Civak

Aygan bersiva pirsên li ser kuştina 58 kesan dide

Abdulkadîr Aygan li ser pirsên faîlê nediyarê Serdozgerên Taybet yên Amedê agahdar kir. Aygan di derbarê kuştinê 58 kesan de beyanatên xwe ji Serdozgerên Amedê re pêşkeş kir.

Agahiyê ku hatiye bidestxistin Aygan ji bo Serdozgerên Komar yê Taybetê Amedê  li ser pirsên kuştina 58 kesan bi destê xwe 21 rûpel beyanat da.

Beyanatên Aygan li Amedê ji aliyê Serdozgerên Taybetê ve tên lêkolîn kirin. Hate ragihandin ku beyanatên Aygan ji bo ronîkirina lêkolînên li ser kuştinên faîlê nediyarê feydeyek erênî bide.

Berpirsên Serdozgeriyê di derhaqa beyanatên Ayganê de diyar kirin ku Aygan heta îro bi rêya çapemeniyê daxuyaniyên cûr be cûr dida lê cara yekeme ku bi rêya fermiyê îfadeya wî hatiye girtin.

Hate ragihandin ku Abdulkadîr Aygan li ser kuştina rewşenbîrê Kurd Musa Anter û li ser kuştina Serokê Partiya Keda Xelkê (HEP) yê bajarê Amedê Wedat Aydin û di derbarê  kuştina 58 kesan de Serdozgeran agahdar kir.

Back to top button