Polîtîk

Li Amedê leşkerek Tirk xwe şewitand

Li Amedê leşkerek Tirk ji ber sedemên qeyrana derûnî (psîkolojîk) xwe bi benzînê şewitand.

Li navçeya Yenîşehîr û li ser rêya Îstasyonê leşkerek Tirk yê bi navê Mehmet Şîmşek ji ber sedemên qeyrana derûnî xwe bi benzînê şewitand.

Xelk ji bo vemirandina şewata li ser bedena leşkerê Tirk hewlekî mezin dan û bi tupek agirkujê hate vemirandin.

Piştî bûyerê leşkerê Tirk yê bi navê Mehmet Şîmşek bi awayekî giran birîndar bû û bi ambulansekî ji nexweşxaneyê re hatiye rakirin. Polês jî li cihê bûyerê ji bo lêkolînê kordona ewlekariyê kişand.

Şahîdê bûyerê Fîkrî Ay di derbarê xwe şewitandina leşkerê de wiha axifî: Di dema destpêka şewatê de ber bi min ve bazdaye. Ji bo vemirandinê hewlekî mezin dam lê agir wisa har bû ku nehatiye vemirandin. Paşê bi tûpa agirkujê bi awayekî zehmet hate vemirandin.

Back to top button