Polîtîk

Clinton pîrozbahiya Barzanî kir

Hilary Clinton Wezîra Derve ya Amerîkayê nameyek ya pîrozbahiyê ji serokê herêma Kurdistanê re rêkir. Wezîra derve ya Amerîkayê di nameya xwe de dibêje:

Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîkayê ji bo wê rola girînga ku ji nêzîkkirin û rêkkeftina aliyên îraqî de we dîtiye pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serkirdayetiya we dike ku bi wê sedemê hikûmetekî hevbendiya nîştimanî pêkhatiye.

Her wiha Wezîra Derveyê Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîka di nameya xwe da tekez li wê yekê dike ku Iraq li rewşekî hestiyar daye, ji bo wê yekê pêwîste hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê pêkve ji bo paşaroja Iraqê kar bikin û bi heman awayî alîkarî û hevbendiya ku wê rêkkeftina dîrokî de pêkhatiye, hemû hewlên xwe ji bo binyadnana Iraqekî aram pêşkêş bikin ku bikarin bi wê sedemê jiyanekî asûde ji bo gelên Iraqê dabîn bikin.

Li dawiya nameyê jî da, Wezîra Derve ya Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîka sozê dide serok Barzanî  ku welatê wan di alîkarî û piştgîrîkirina Iraq û herêma Kurdistanê de, neku her ji bo gihiştina bi paşarojeke geş, belku ji bo hevbendiyeke xûrt û demdirêja di navbera her du aliyan da berdewam dibe.

Back to top button