Polîtîk

Îsrael teqîna xwe ya herî mezin pêkaniye

Enstituya Jeofîzîka Îsrael ji bo eyarkirina îstgehên sîsmik yên dinyayê û ceribandina nuklerê bi 100 ton teqemeniyê ve teqînekî bi kontrol pêkaniye.

Li gor nûçeya rojnameyê Haaretzê ceribandina nuklerê duhênî hatiye kirin. Hêzên Bejahiyên Îsrael li çola Necefê wekê qada ceribandinê bikaraniyê. Hate ragihandin ku teqîn di dîroka Îsraelê de teqînekî herî mezin bû.

Li gorî tespîtên ewilê di encamê teqînê de bi bilindahiya 2-3 kîlomîtro ewrekî çêbûye û teqîn ji aliyê îstasyonên cihanê yên Rûsya, Qazakîstan û ta Mongolyayê ve jî hatiye tespîtkirin. Piştî teqînê şepolên deng 6000 hezar kîlomîtroyê dûr re jî gihîşt.

Bi dehan îstgehên nuklerî li Efrîqa, Emerîkaya başûr û bakur, Asya û Ewropayê dixebitin. Teqîna herî dawî ya Îsraelê di nawa teqînên ceribandina yên dinyayê de wekî teqînê herî mezin hate qeydkirin.

Par jî teqînek bi vî şeklî hatîbû ceribandin û şepolên teqînê ber bi Ewropayê ve çûbû û şepolên teqînê hetanî Frensayê gihîştîbû.

Piştî teqînê li gorî pîvana Richterê bi mezinahiya 2.7 erdhejek pêkhat û erdhej ji aliyê îstgehên Îsraelî jî hate qeydkirin.

Back to top button