Civak

Di bûyera trafikê de 11 karkerên kurd jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya parêzgeha Enqereyê Beypazari TIR-Kamyonek li mînîbûsa karkerên Kurd ên werzane (demsalî) dixebitin xist. 11 mirî, 6 birîndar heye û birîna hinekan xeterdar e.

Karker ji Şemrexa Mêrdînê hatibûn ku li gundê Beypazari, Fasliyê di karê derxistina gizêran de bixebitin. Kodplakaya mînîbûsê 06 BCS 18 e. Kodplakaya TIR-Kamyonê jî 34 GH 1952 ye.

Di qezayê de ji malbatek 6 kes (Yahya Eye, Kezîban Eye, Huseyîn Eye, Evdilah Eye, Hemdilah Eye, Nûrûlah Eye) mirin. Navên kesên din ên jiyana xwe jidest dane ev in: Menduh Ekîncî, Weysî Çakir, Evîn Çakir, Aysel Çakir û Neşe Ekîncî.

Karkerên Kurd ên demsalî diçin li parêzgehên Tirkan dixebitin rastî êrîşên dijmirovane û nîjadperest tên. Gelek caran Tirk wan lînc dikin û pirranî jî nahêlin bikevin navenda bajaran. Hin caran parêzgar fermanê didin ku Kurd nekevin navenda bajaran.

Mixabin ti xebat, xizmet an projekteke partiyên Kurdan bo parastina jiyana karkerên demsalî nîne. Heya bigire sersaxiya malbatên mexdûran jî nakin.

Em wekî navenda nûçeyan a Nasnameyê, bang li dozgeran dikin ku sebebên vê qezayê derînin ronahiyê. Serê malbatên wan sax be, Xwedê rehma xwe li kesên jiyana xwe der dane bike.

26ê rêbendanê 2011

Nûçe : Nasname

Back to top button