Tirkiye di lîsteya şermê de bû yekemîn
Tirkiye par di Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê de di nawa dewletên zêdetirîn hatin mehkûmkirinê de dîsa bû yekemîn.
Serokê Dadgeha Mafę Mirovan yê Ewropayê Jean Paul Costa li ser xebatên DMME’yê daxuyaniyekî çapemeniyê lidarxist.
Li gor civîna agahdarkirina Costayê Tirkiye di sala 2010’an de û di 278 dozan de herî kêm xalekî Peymana Mafęn Mirov ya Ewrűpayê îhlal kiriye.
Piştî Tirkiyeyê bi 217 dozan Rûsya, bi 143 dozan Romanya, bi 109 dozan Ukrayna û bi 107 dozan Polanya di derbarê îhlalkirina Peymana Mafęn Mirov ya Ewropayê de cih girtin.
Îtalya ji welatên Ewropayê di warê Mafê Mirovan de welatekî herî xirabe û herî kêm li ser xalekî di 98 dozan de hatiye mehkûmkirin.
Costa di daxuyaniyê çapemeniyê de da zanîn ku serlêdanên ku di sala 2010’an de ji DMMM’yê re hatine kirin li gor sala 2009 ji sedî 7 zêde bûye.