Cîhan
Li Misrê qeyran: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Paytaxta Misr Qahîre û li bajarên Îskenderiye û Suveyşê li dijî Serok Komarê Misrê Husnî Mubarek xwepêşandan cûr be cûr hatiye lidarxistin.
Hate îdia kirin ku ji ber mudexaleyê polês û leşkeran 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî brîndar bûn.
Televîzyona Dewlet ya Misrê diyar kir ku Artêşa Misrê biryar girt ku di navbera seatên 18.00 û 07.00’an de derketina derveyê qedexekirin. Hate gotin ku biryara Artêşa Misrê ji ber pêşigirtina talankirinêye.
Hate ragihandin ku biryar ji ber daxwaza Serok Komarê Misrê Husnî Mubarekê hate stendin.
Di vê navberê de Hikûmata Misrê ji bo pêşîgirtina çalakiya, înternet jî hate astengkirin.