Tirs kete dilê Esad

Rêveberiya Surî ditirse ku xwepêşandanên Tunis û Misrê bikeve nava Surî jî ji ber vî li seranserê welêt înternet hate birîn

Agahiyên ku hatine bidestxistin rêveberiya Surî ji xwepêşandanên Tunis û Misrê gelek ditirse û ji ber pêşîgirtina îhtîmalê xwepêşandanên înternetê welêt hatiye birîn.

Hikumeta Misr ji ber sedema xwepêşandanên welatê xwe malpera Twitter sucdar dikir û di pey de jî înternetê birîbû.

Rêveberiya Surî û Esad ditirsin ku tiştên ku li Misrê diqewimin li Surî jî pêk were û ji ber vî înterneta Surî ji kokê birîn. Heta niha xwepêşandanek yan jî amadekariya xwepêşandanek nehatiye tespîtkirin lê hate gotin ku hêzên ewlekeriya Surî di alarmê de ne.

Xwepêşandanên li Misrê heta niha berdewamin û ger bi vî awayî bibe desthilata 30 salî yê Husnî Mubarek bidawî bibe.

Nerîna min :