Îroj

29'ê Rêbendan

29’ê Rêbendan

Di sala 1938’an û di rojekî wekê îroyê de li Baxdayê radyoya Kurdî dest bi weşanên xwe kir.

Di salên 1920’an de ji ber bandora Îngîlizan li parêzgeha Musilê mafên weşan û perwerdeya Kurdî hatîbû pejirandin. Tirkiye jî daxuyakirîbû ku mafên Kurdan bi awayekî fermî nayê naskirin û hem jî daxwaza parêzgeha Musilê dikir. Lê Îngîlîzan pêşniyara Tirkiyeyê nepejirand.

Parêzgeha Musilê ( Kerkuk jî te de ye) daxîlî Iraqê bû û li Iraqê ewiltrîn radyoya Kurdî di sala 1939’an de li bajarê Baxdayê hate weşandan.

Di bin radyoya Bexdayê de weşanên Kurdî di rojekî de 3- 4 seaten weşan dikir û ew jî ne li gorî daxwazên Kurdan bû.

Rêveberên Îngîlîz bi weşanên Radyoyê ji mafdayîn û azadiya Kurdan dûr bûn û bi radyoyekî ve Kurdan nehatîbûn xapandin.

Îngîlîzan li Iraqê bi piştgiriya Ereban li dijî Kurdan destpê êrîşê kirin. Kurd jî li dijî vê yekê bi serhildanan bersivê êrîşê dagirkeran dan.

Back to top button