Nivîsar

Bi kurdan li Suriyê nêrîn

 

Piştî bûyerên li Sûrî salek borî.  Li Tunusê Zeynelabîdîn di demek kurt de reviya derveyê welêt. Li Libyayê Muameer Qeddafî  daket, li Misrê Mibarek çû. Lê li Sûrî Beşşar hêj li ser piya ye û tu kes nikare bêjê dê kengê here.

Em çawa gihîştin vê qonaxê? Gellek analiz dikarin bên kirin. Li ser encaman axaftin hêsan e; ya girîng dûrbîn ê. Lê mixabin me di mijara sûrî de imtihanek baş neda.

Dema me bhîst Esma Esad qewîtiyên eşyayên nû daye, em tev şaş bîbûn. Wisa xwiya dike Esma Xanim ji me hemûyan baştir dîtiye ku rejîma Esed bi hêsanî nahilweşe, jiyana xwe ya rojane didomîne.

Ev rehetiya di malbata Esed de ne mîna korîtiya rejimên dîktatorin.  Divê em ewil saziya dewleta ku Hafiz Esed li dijî hemû derbe û serhildanan avakiriyê analiz bikin.

Jibîr nekin Hafiz jî bi derbeyekî hatibû.

Sîxuriya temaşekir temaşe dike

Sîxuriyeke ku li dijî welatiyen xwe hatiye ava kirin, li gorî pisporan kesên çavder dikin jî, tên çavdêrî kirin. Ji artêşê heta dadê, seranserê dewletê ji qadroyên Nusayrî pêk tê. Xristiyan û Kêmjimarên ku bawer dikin heke Sunniyên Ereb werin desthilatdariyê, dê wana tune bikin. Kurdên kul i derveyê pergalê tên hiştin, carna li dijî Tirkiye tên gef dan û hinekê wana hêj ne welatî ne.

Ev beş û rastiyên navînin. Ji hela din ve tiştên ku destê Şamê bihêz dikin hene. Suriye bona Rusyaya ku li Iraqê ewil xwiya kir û paşê winda bû, weke qeleyeka dawî bû. Mîna vê, Suriye bona Îrana ku di rojhilatanavîn de Suriyê weke pêngav didît, girîng bû.

Ya ji vê grîngtir, Esad baş dizanî ku  Amerîka û dewletên Avrupayê, şûna wî dewleteka di bin desthilatdariya Sunniyan û Birayên Misilman, naxwaze.

Tirkiye û Erebên Sunnî

De em werin Tirkiye. Pêşî em vê bizanibin. Ji hela dîrokê ve, bi Erebên Sunnî re tecrubeya me ya jiyanê tune ye. Di heman sînorna de jiyan û bihevre jiyan, ceribandinên jihev cûda ne. Tirkiye hêj jî li ser mixalefeta Surî a Ereb ne bandordar e. Sedem jî ev cûdatiye. Kêmasî, zeîfiyên rewşenbîrî, ecemîtiyên di bikaranîna hêzên nerm, li paş dimînin.

Ev rewş tiştekî din tîne bîra me. Di şertên heyî de, ji hêka dîrokê ve, koma ku bikaribin bi Tirkiye re tevbigerin, Kurdin. Ne bitenê kurdêb Surî, yên Iraqê jî wisa ne.

Jibîranîna van gotinan ez westiyam. Lê bi vê wesîleyê ezê carek din jî bêjim. Heke Tirkiye mîna xeletiya li Iraqê kirî, li Surî jî mittefîkên xwe baş nebine, dibe ku rewş û encamên nê li gor dilê Tirkiye derkevin holê. Kurdên dindar û nêzî Barzanî û yên nêzî PKKê jî, mittefîkên xwezayî yên Tirkiye ne. Heke Tirikiye bixwaze vê rewşê sûd wergire, ji xwe re bike firset, divê di pirsgirêka kurdên nav xwe de, gavên wêrektir bavêje.

Bi Barzanî re ji derve ber bi hundir bandor kirin, bitenê serê xwe ne raste. Bandora Ji hundir ber bi derve lazim e. Bi gavên zû û wêrek. 


Nasuhi Güngör

 

(Xeberenkurdi.com)

Back to top button