Civak

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî hevkariya kurdên rojava kir

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (D.X.B.) hevkariya xwarin û ciluberg li ser 1224 kesên ku ji rewşa xerabiya rojava Kurdistanê hatine navçeyên Herêma Kurdistanê û 392 malbatê koçberên Kurd yên li nîştecihê Domîzê dabeş kir.

Roja 03/05/2012 tîmekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya xwarin û xworek ku ji (Birinc, Şekir, Fasulya, Nîsk, Zeyt, Doşava Tamate, Goşt û Makarnayê)pêkhatibû û hevkariya cilûberg gihande wan kes û malbatên ku xelkê rojavaya Kurdistanê bi sedema rewşa xeraba welatê Suriye bajarên xwe bi cîh hiştine û hatine Herêma Kurdistanê û li kampa Domîz ya li nêzîkî Parêzgeha Dihok nîştecîhbûne kir.

Di daxuyaniyek de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Li çarçêweya karê xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xwarin li ser 392 malbatê Kurdên rojavayê Kurdistanê da belavkir ku niha li kampa Domîzin. Musa Ehmed got: Her li vê helmeta xêrxwaziyê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya xwarin û ciluberg li ser 1224 gencan dabeşkir, ku zêdetirê wan ji tirsa zordestiya serbazên Suriye welatê xwe bi cîh hiştine û koçberî Herêma Kurdistanê kirine.

Sebaret bi rewşa jiyana wan ya li nav kampa Domîz da, Kurdên rojava daxwaz kirin birêvebirina kampa wan radestî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikin û her wiha îdariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta wergirtina muhleta karkirinê hêsankariyên zêdetir ji bo wan bikin. Li vî derbarî de Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî soz bi runiştvanên kampê da ku daxwazên wan bigihîne aliyê pêwendîdar û heman demî de bi mebesta gihandina hevkariyên zêdetir de berdewam bibin.

 

Back to top button