Gelo naveroka 1-ê Gulanê hat guhartin?
Dîroka 1-ê Gulanê, piştî ku Şoreşa Sinayî pêk hat û li dinyayê kapîtalîzm pêş ket û karker wek ketgoriyek civakî ya xuyayî derketin holê, dewletên neteweyî ava bûn, dest pê kir.
Cara yekem li Awusturalyayê li bajarê Melburneyê di sala 1856-an de karkeran ji bona ku di rojê de 8 saetan kar bikin, meşek pêk anîn.
Konfederasyona Sendiqayên Karkeran li Emerîkayê di 1-ê Gulan a 1886-an de li Chikagoyê xwepêşandin pêk anîn û 500.ooo karker beşdarî vê xwepêşandinê bûn.
Di hemandem de wê demê 6.000-an zêdetir karkerên spî û reşik bi hevre li Bajarê Luzvilê meşiyan. Lewra di demê de li Emerîkayê jiyana spîyan û reşikan ji hevûdu cûda bû û spîkan û reşikan nedikarîn ku bên cem hev.
Ev bûyera li Emerîkayê bi awayekî gelek balkêş hat şirovekirin. Rojnameyan gelek aşkere diyar kirin ku ew fikrêsabît yên di navbeyna spîyan û reşikan de hat hilweşandin.
Ew xwepêşandinên di 1-ê Gulanê de yên li Emerîkayê bi projên din jî dom kir û di 4-ê Gulanê de li bajarê Haymarketê de bixwîn dawî hat û gelek karker hatin kuştin.
1ê Gulanê di Enternasyonal a 2-emîn de (14 Tirmeh – 21 Tirmeh 1889) bi pêşniyara berpirsiyarekî karker yê fransî li hemû dinyayê wek “Roja Hevkarî/Piştgirî, Têkoşîn û Yekîtiyê” hat pejirandin.
Encama vê biryarê di sala 1890î de karkeran cara duyemîn xwepêşandinek mezin lidarxistin.
Di nav demê encama têkoşîna karkeran li gelek welatan 8 seat karkirin bû qanûn. 1-ê Gulanê jî qerektera cejnê qezenç kir.
Bi taybetî piştî Şoreşa Oktobrê li Rusyayê; di qonaxa sosyalîzmê û sîstema sosyalîst de de 1-ê Gulanê bû bûyerek gelek girîng. Li gelek welatan, 1-ê Gulanê bû desîseya /wesitaya şerê desthilatdarî di navbeyna sosyalîst û kapîtalîstan; welatên kapîtalîst û sosyalîst de. Ew jî bû –sedem ku gelek karker û xebatkar û rewşenbîr bên kûştin.
*****
Karkeran, di împeratoriya Osmanî de cara yekem di sala 1911-an de li Selanîkê bi xwepêşandinek girseyî 1ê Gulanê pîroz kirin.
Lê di sala 1912-an de cara yekem li Stenbolê 1-ê Gulanê pîroz bû.
Di Komara Tirkiyeyê de di sala 1923-an de 1-ê Gulanê wek “Cejna Karkeran” hat pejirandin.
Diyar e ku dîktatoriya Kemalîst wê demê hîn di bin bandora împeratoriya Osmanî de bû. Tê zanîn ku hîn wê demê tûneqebûlkirina kurdan jî hîn wek siyaseta dewletê ya fermî nehatiya pejirandin.
Lê ew helwesta dirêj najo û di Komara Tirkiyeyê de guhartinek otorîter û faşîzan bi lezûbez pêk tê. Loma piştî demeke kurt di sala 1924-an de pîrozkirina 1-ê Gulanê tê qedexe kirin. Bi taybetî jî, di serîhildanê milî yên miletê kurd de dema ku Qanuna Takrîrî Sukûn tê pejirandin; Cejna Karkeran bi tevayî tê qedexe kirin.
1-ê Gulanê, di sala 1935-an de “Cejna Gûlan û Biharê” tê bi nav kirin. 1-ê Gulanê wek roja bînvedanê tê pejirandin.
Bes di sala 1976-an de li Tirkiyeyê bi wayekî kîtlewî 1-ê Gulanê di bin serokatiya DÎSKê de hat pîroz kirin. Di sala 1977-an de bi beşdariya 500. 000 karker, xebatkar, rewşenbîr, kurdan, xwendevanan li Qeda Taksîmê 1-ê Gulanê hat pîroz kirin. Hezar mixabin nekokî û dijminitiya di navbeyna hêzên Sovyetî û Maoyî de bû sedem ku 34 kes bên kûştin.
Piştî ku 1-ê Gulan a bixwîn, 1-ê Gulanê dîsa di sala 1978-an, qeda Taksîmê de bi awayekî girseyî hat pîroz kirin.
Rejîma awarte, di sala 1979-an de îzin neda ku 1-ê Gulanê bi wayekî vekirî bi wayekî vekirî û yasayî bê pîroz kirin. Lê dîsa jî li Tirkiyeyê û li Kurdistanê 1-ê Gulanê bi awayekî neqanunî korsanî hat pîroz kirin.
Piştî Darbeya Leşkerî ya 12-ê îlonê, desthilatdariya leşkerî ya dîktator, 1-ê Gulanê bi tevayî qedexe kir.
Di sala 2009-an de Meclîsê 1-ê Gulanê wek cejna karkeran pejirand.
Piştî salên 2000-an 1ê Gulanê bi awayekî kîtlewî dîsa hat pîroz kirin. Lê 1-ê Gulanê di sala 2010-an, qeda Taksîmê de hat pîroz kirin.
1-ê Gulanê, îsal jî (2012) li gelek bajaran û qedan hat pîroz kirin. DÎSKê, KESKê, qismek partiyên siyasî û grubên çep li Taksîmê, TURK-Îşê-Kamu-Senê li Bursayê, HAK-Îşê -Memur-Senê li Enqereyê Tandoganê, Partiyên siyasî û grubên çep jî li Enqereyê Sihhiyeyê 1-ê Gulanê pîroz kirin.
Îsal ji derveyî karker, xebatkar, rewşenbîr, xwendevanan, kurdan; musilmanên li dijî kapîtalîzmê yên sosyalîzmê diparêzin jî beşdarî 1-ê Gulanê bûn.
Her kes di wê nêrînê de de ye ku 1-ê Gulana îsal hîn rengîn û xwediyê naverokek nû bû.
*****
Li Tirkiyeyê 1-ê Gulanê, heta sala 1974-an wek cejna karker û xebatkaran hat pîroz kirin. Lê piştî sala 1974-an de konsept û naveroka 1-ê Gulanê li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li Kurdistanê hat guhartin.
Lewra tevgera milî ya sosyalîst li Kurdistanê xurt bû. Sosyalîstên Kurdistanê gelek rêxistin ava kirin û li gelek baajaran bûn hêzên gel. Sosyalîstên Kurdistanê, di lîteraturê û şiroveya sosyalîzmê de guhjartinên gelek girîng pêk anîn û, naveroka sosyalîzmê dewlemend kirin. Bandora vê rewşê rastea rast li ser 1-ê Gulanê jî kir.
Piştî demekê li Tirkiyeyê û li Kurdistanê, 1-ê Gulanê wek cejna Karker, Xebatkar, Gelên Tirkiyeyê, Miletê kurd hat pîroz kirin. 1-ê Gulanê wek “Roja hevkarî, têkoşîn, yekîtiya karkeran, xebatkaran, gelan” hat terîf kirin.
Piştî wê terîfê 1-ê Gulanê naverokek nû qezenç kir. Ew naveroka di 1-ê Gulanê de bû sedema niqaşeyên mezin. DÎSKê nedixwast ku sosyalîst û nasyonalıstên kurd daxwazên xwe yên serxwebûnê û azadiyê bîne ser zimên. Loma jî di Komîteya Amadekar ya 1-ê Gulanê de niqaşeyên gelek mezin çê dibûn.
Helwesta TKPê, ÎGDê, DÎSKê dibû sedem ku kurd ji derveyî îradeya hevbeş sloganên xwe tespît û nexşerêya xwe diyar bikin.
Lê li Kurdistanê rêxistinên Kurdistanê, gorî bîrûbaweriyên xwe, gor stratejiyên pejirandî 1-ê Gulanê, carna bi rêya qanunî, gelek carna jî bi awayekî korsanî pîroz kirin..
*****
Piştî salên 80-yî di nav sosyalîstên Kurdistanê de jî di derbarê naveroka 1-ê Gulanê de niqaşeyek hebû. Bi taybetî jî di sala 2002-an de dema ku me biryar da ku emê HAK-PARê ava bikin, birsa feqîrtiyê û 1-ê Gulanê di nav me de û di nav me yên civînên teng û fireh de bi xûrtî hat niqaşe kirin. Lewra di HAK-PARê sosyalîst jî damezrênêr bûn û sosyalıst jî dê bûbûyan endam.
Piranî kes di wê nerînê de bûn ku pirsa karker, xebatkaran; pirsa feqirtî bes pirsa partiyên sosyalîst û çep e. Ez bi xwe ne di wê baweriyê de bûm. Ez îro jî ne di wê baweriyê de me. Min digot ku “pirsa karkeran, xebatkaran, pirsa feqirtî di deheman dem d epirsa hemû mirovatiyeyê. Heta pirsa burjuwayê desthilatdar e. Lewra feqirtî li pêşiya kapîtalîzmê jî astengek e. Bazarê teng dike. Hêza gel ya kirînê kêm dike. Burjuwazî jî ji kirîna gel qezenç dike. Loma jî 1-ê Gulanê jî cejna her kesî ye. Li Ewrupayê jî 1¬ê Gulanê di bın serokatiya soysal-demokratan de bi xurtî tê pîroz kirin, burjuwa jî beşdarî 1-ê Gulanê dibin.”
Ew nêrîna min di nav jiyanê de jî pêk hat. HAK-PARê jî gor bername û konsepta xwe ya civakî, siyasî, milî di pirsa 1-ê Gulanê bû teref, 1ê Gulanê pîroz kir, beşdarî xwepêşandinên 1-ê Gulanê bû.
*****
Loma naveroka 1-ê Gulanê di sala dawî de bi beşdariya musilmanan nehat guhartin. Beriya vê bi beşdariya Kurdan naverok hat guhartin. Bi beşdariya musilmanan, kategoriyên din yên civatê, naverok a 1-ê Gulanê dewlemendtir bû.
Bila 1-ê Gulanê li hemû mirovatî, gelên dinyayê, karker û xebatkarên dinyayê pîroz be. Divê bes karker û xebatkar nekevin nav dîyalogê, hemû gel û mirovatî bikeve nav dîyalogekê ku pirsên mirovatî re xwedî derkevin û çareser bikin.
Amed, 03. 04. 2012
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])