Civak

Li ser rêya 4 wezîran 20 kîlo teqemenî hat dîtin

Walîtiya Amedê diyar kir ku, berî hîm avêtinê a li navçeya Sîlwanê 20 kîlo teqemenî hatiye dîtin.

Li ser rêya 4 wezîrên hikûmeta Tirkiyê ku beşdarî merasîma hîm avêtinê a navçeya Sîlwanê bibûn, walitiyê diyar kir ku 20 kîlo teqemenî dîtine.   
Gorî daxuyaniya walîtiya Amedê, roja hîm avêtina a bendava Sîlwanê, li ser rêya Yenîkoyê di menfezan de, 20 kîlo teqemeniyên ku taybet hatine çêkirin û bi alûmînyum nîtratê hatiye îhtiwa kirin  tesbît kirine.

Teqemenî, ji aliyê pisporên bombe îmha kirinê ve hatiye bêbandorkirin. 
Hat îdiakirin ku 4 wezîr, wezîrê ajaldarî, çandinî û zadiyê Mehdî Eker, wezîrê pêşketinê Cevdet Yilmaz, wezîrê darê Mehmet Şîmşek û wezîrê daristan û avê Veysel Eroglu, ji ber ku bi helîkopterê beşdarî merasîmê bûne, êrîşeke muhtemel asteng kiriye.

Back to top button