Polîtîk

Demîrtaş:Serfermandar AKPî ye

Demîrtaş:Serfermandar AKPî ye

Hevserokê BDPê Selahattin Demîrtaş, li ser gotina serokwezîr “baronên şer” wisa axifî: “Baronê şer ji şer rantê bidestdixin. Were, em hemû serwetên BDPîyan bidine ser hev, ji deha yek qasî srwetî te hebe, ez ê îstifa bikim.” Û wî serfermandarê Tirkiyeyê jî AKPî hesiband.

Demîrtaş got:

Hineka ji ber gundên wan hatine şewitandin mecbûr mane koçber bûne. Hinek jî ji ber kuştinên kiryarnediyar reviyane wan derana. Di vê heyamê de bila herkes biryara vê bide ku, çi berdêl bê xwestin, em ê bikişînin, zarokên me wê azad bijîn. Em ê li welatekî azad bibine gelekî azad. Ev gelî ev biryara daye. Em, di van rojên dîrokî ku wê biryarê bicîbînin de dijîn.    

 

Demîrtaş, komkujiya Roboskiyê jî bibîranî û got:

Li ser komkujiya Roboskiyê de 130 roj derbas bûn, 130 rojin hûn li çi digerin, we hîn sucdar  nedîtin? 

Balafirên şer yên welatekî din wira bombebarandana, belkî ji bo lêpirsînê tengasî derketa. Serfermandarê li Enqerê di fermana te de ye, ew bi te ve giredayîne. Maşallah, serfermandar di bin fermanîya te de, gelekî bextewar e, wek kesekî AKPî. Em dipirsin, ew fermana kê da? Ma di 130 rojan de dîtin pirr zor e? Em zanin kî ye, lê em dixwazin tu eşkere bikî.

 

Demîrtaş di mijara “yek ziman” de jî wisa axifî:

Xwedê yek e, bê xwedê yek tineye. Li vî welatî pir ziman hene, ol hene, ji yekî zêde bawerî û gel hene. Ku tu derkevî  di mîkrofonan de yek, yek yekan rêz bikî jî, hene, biteqî jî hene, bibihecî jî hene.

Back to top button