Beşîkçî: Divê kurdî ji bo rirka bibe dersa bijarte
Beşîkçî: Divê kurdî ji bo rirka dibe dersa bijarte
Nivîskar û civakzan Îsmaîl Beşîkçî, di merasîma vekirina weqfa Îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) yê de axifî û got: “gelekî ku gelheya xwe 20 mîlyon e zimanê wî gelî ne bijarte divê mecbûr be.”
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û pirtûkxana lêkolînê a Îsmaîl Beşîkçî, li salona restauranta Cezayirê a li Stenbolê, bi beşdarbûna gelek nivîskar û lêkolîneran hat vekirin. Îsmaîl Beşîkçî bi hevjîna xwe re beşdarî merasima vekirinê bû. Parlementer Hasîp Kaplan û nivîskar, helbestvan Murathan Mungan peyam şandin.
Beşîkçî, di axaftina xwe de, qala fişarên li ser wî û pirtûk û xebatên wî kir û got: “pir caran desteserkirina mala min dikin û her tiştî bi xwe re dibin, êdî bi vê weqfê ew xebat û çavkanî wê bêne parastin.”
Beşîkçî dîsa diyar kir ku, Kurdan bi salane têdikoşin û bi vê gelek qezenç bidestxistin. Beşîkçî, “yên tên jiyandin û di navbera dîroka fermî de ferq heye. Bi vê pirtûkxanê, ferqa, yên tên jiyandin û dîroka fermî bi lêkolînan wê derkevine holê. Bi vê pirtûkxanê, di derbarê paşerojê de wê agahdar bibin. Em ê ji nû ve li paşeroşê lêkolînan bikin, ji nû ve avabikin.”
Di mijara “dersa bijarte” de jî Beşîkçî wiha got: “Hikumeta AKPê hêşta pirsgirêk baş fehm nekiriye û asîmilasyon û înkar dewam dike. Bi bûyîna dersa bijarte a kurdî, zelal nîşan dide ku hikumetê baş pirsgirêk fehm nekiriye. Kurdî, ji bo tirkan, îngilizan û almanan dibe dersa bijarte, lê ji bo kurdan nabe. Geleki ku nûfusa xwe zêdetirî 20 mîlyonaye, zimanê wî nabe dersa bijarte, divê bibe zimanê mecbûrî.”