Nêçîrvan Barzanî ji tirkan re got: Hewlêr ji Stenbolê bi ewletir e
Koma Bazirganiya Koçê yekem rêzehotêlên li derveyî Tirkiyê, li Hewlêrê vekir. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kar û xebata Koçê ya li Herêmê nirxand û got:
– Hatina Koma Bazirganiya Koçê bo Hewlêrê ku, yek ji komên herî mezin e li Tirkiyê, ji bo me girîng e. Em li bendê ne komên mezin ên wekî Koçê werin vê derê û xizmeta bazirganiyê bikin.
Hefteya derbasbûyî ‘Dîvan’ a ku yek ji markeyên Koma Bazirganiya Koçê ye, Hotêla xwe ya yekem a li derveyî Tirkiyê, li Hewlêrê vekir. Ev hotêl li Hewlêrê yekem hotêla 5 stêrk e.
Serokê komîteya rêveberiya Koç Holdîngê, Mustafa V. Koç, serokê komîteya rêveberiya Koma Eleganê Sarp Turanlıgil, serokê komîteya rêveberiya Boyner Holdîngê Cem Boyner û seroka TUSÎAD-ê Umît Boyner beşdarî di merasima vekirina hotêl Dîvan de kir. Lê kesê flaş ê şeva vekirina otêlê, serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.
Me derfet dît ku piştî merasîma vekirina otêlê em bi Nêçîrvan Barzanî re sohbetekê bikin. Barzanî 46 salî ye. Serokwezîr Barzanî dibêje:
– Hatina Koma Bazirganiya Koçê bo Hewlêrê ku, yek ji komên herî mezin e li Tirkiyê, ji bo me girîng e. Têkiliyeke min a birayane bi birêz Mustafa Koç re heye. Em li bendê ne komên mezin ên wekî Koçê werin vê derê û xizmeta bazirganiyê bikin. Em han didin ku bi Tirkiyê re, di her warî de di nav têkiliyên baş de bin.
Li ser meseleya hatina petrolê û veguhestina pereyan ji Bankeya Navendî di navbera Hikûmeta Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê de kêşeyên girîng hene. Li ser vê mijarê serokê Kurdistana Federel Mesûd Barzanî daxuyaniyek dabû û gotibû: “Heke kêşe çareser nebin, em veqetîna ji Îraqê jî difikirin.” Bi ser de jî daxuyaniyên ku ‘di meha Îlonê de ê li ser vê mijarê referandûmek jî bibe’,awir zivirandibûn ser xeta Hewlêr-Bexdayê.
Me ji Barzaniyê birazî pirsa daxuyaniyên Barzaniyê mam kir bê ka têne çi wateyê. Wî jî wiha got:
– Gava ku Mesûd Barzanî tiştekî dibêje, tenê ji bo kurdan nabêje. Di nav endîşeyên me de şiyî jî hene, tirkmen jî hene, ereb jî hene… Serokê birêz gotiye; ‘Ez ê vegerim nav gelê xwe.’ Lê belê Serokê birêz ji bo çareseriya van kêşeyan nexşerêyek jî diyar kiriye. Bijareya yekem li gorî yekparçeyîya xaka Îraqê û zagona bingehîn e. Ev xeta polîtîkaya me ye. Li ser vê yekê jî, ji bo çareseriya kêşeyan em ê kar û xebata xwe berdewam bikin.
Gelo hûn dibêjin; ‘ji ber hinek kêşeyên ku karsazên tirk li Herêma Kurdistanê dibînin, bila tirk xwe nedin paş’?
– Me di nav hikûmeta xwe de li ser van kêşeyan komîsyoneke taybet ava kir. Em di warê aborî de, Tirkiyeyê li ser stratejiya hevpar wekî dost dibînin.
Mijar û peymanên nû ku hûn bi Tirkiyê re li ser wan diaxivin hene gelo?
– Hinek projeyên me hene ku hê nebûne peyman. Hêviya me ew e ji her hêlê ve fîrma ji Tirkiyê werin. Rêjeya bazirganiya me ya bi Tirkiyê re nêzîkî 8 milyar dolar e. Xizmetguzariyên çaksaziya avasaziyan (muteahhîdî) ne di nav vê reqemê de ye. Piştî Almanyayê em şirîkê duyem ê bazirganiya Tirkiyê ne.
Bi Exxon-ê re peymanek çêbû, paşê Bexdayê ev peyman nepejirand ango qebûl nekir…
– Zagona me ya bingehîn heye. Em wekî Herêma Kurdistanê, li pey mafên xwe ne ku di zagona bingehîn de hatine destnîşankirin. Heke Exxon Mobil bizanibûya mafekî em yê wiha tuneye, nedihat Kurdistanê û nediket nava karê bazirganiyê. Bêguman tiştên ku em dikin, lipeyçûyîna mafên me ye ku di makezagonê de hatine destnîşankirin. Kêşe ew e ku dibêjin; ‘li mafên xwe negerin!’ Em teqez bawer in ku mafên me di makezagonê de hene. Ji bo ku zagona li ser petrolê teqez derkeve, bi salan e ku em kar dikin.
Wekî tê zanîn herêm ji hêla petrolê ve bi têra xwe dewlemend e… ji ber vê yekê ye ku çavên tevahiya dinyayê ziviriye ser Herêma Kurdistana Federal. Di vî warî de şirketên tirkan, çîniyan, amerîkiyan Hewlêr dorpêç kirine… Lewre jî di vî warî de, ji bo ku potansiyela petrolê veguhêze bazara dinyayê, rol û girîngiya Tirkiyê cuda ye. Plana sereke ya li ser masê ew e ku ev petrol di ser Tirkiyê re here Ewropayê.
Nêçîrvan Barzanî piştgîriya vê analîzê dike û dibêje:
– Helbet ev mijar di nav planên me de heye û em dixwazin di nava plana Bexdayê de jî hebe. Tevî ku, li herêmê potansiyeleke mezin a petrolê heye, divê ev petrol were refînekirin jî. Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê diyar dike ku ew dixwazin ku ‘know-how’ ên Tirkiyê sûd wergirin û berdewam dike:
– Vê gavê du refîneriyên me li ber qedandinê ne. Yek ji van ji hêla şirketeke tirkan ve tê çêkirin. Em hewl didin ku li ser vê mijarê hevkariya xwe xurtir û domdartir bikin.
Gelo Bexda bi awayeke rêkûpêk para, beşê we dide?
– Nikarim bibêjim nade, lê kêşe hene. Li ser para ku divê em bistînin dikarim wiha bibêjim; di makezagonê de parvekirina hatina petrolê diyar e. Di Makezagona Îraqê de dibêje; ‘Petrola li Îraqê, petrola tevahiya gelên Îraqê ye.’ Em wekî herêma Kurdistanê, dixwazin ku bêyî keşe dirûst bibin, mafê xwe yê ji sedî 17 bistînin. Carcaran di vî warî de kêşe derdikevin holê.
Hûn daxuyaniyên Malikî yên li ser Tirkiyê çawa şîrove dikin?
– Tirkiye cînareka Îraqê ye ku rewşa wê herî baş e. Tirkiye, ji bo tevahiya aliyên li Îraqê roleke xêrxwaz hildaye ser milên xwe.
Li gorî baweriya cenabê te ev der ji bo karsazên tirk cihekî ewle ye an na?
– Ez xwe dispêrim hemû amaran (istatistikan) û dibêjim, ev der ji sedî 100 bi ewle ye. Naxwazim hûn xemgîn bibin lê Hewlêr ji Stenbolê bi ewletir e.
Mehmet Alî Ergun / Rojnameya Akşamê
Wergera Ji Tirkî: Salihê Kevirbirî/netkurd