Polîtîk

Mesrûr Barzanî pêşwazî li seroka NDI kir

Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina herêma Kurdistanê (Parastin), duhî,  li Selahedînê pêşwaziya heyeteke peymangeha nîştimanî ya demokrasî a Amerîkayê ya ji bo karûbarên navnetewî (NDI) a bi serokatiya berpirsa navenda peymangeha navborî ya li Îraqê, Lîza Macklan kir.

Di destpêka hevdîtinê de,  pêşkeftinên Kurdistanê yên di warê siyasî de û rêzgirtina li pîvan û prensîpên demokrasî di prosesa sîstema hukimdariya Kurdistanê de  hatin nirxandin û behsa zengînkirina çanda siyasî li Kurdistanê de bi rêya esasgirtina pîverên lêbûrîna siyasî û civakî û beşdarîkirina welatiyan di nava prosesa siyasî de hat kirin. Afirandina derfeteke baş, vekirî û azad bo tevahiya partî, aliyên siyasî, çîn û katagoriyên curbicur yên civakî, rêzgirtin ji cudatiyan, şefafî û berpirsiyartî di desthilatdarîyê de ev babetên girîng bûn ku, di vê civîna han de hatin nîqaşkirin.

Her di dirêjahiya vê hevdîtina han de behsa rola dezgeh û saziyên navnetewî jî di warê piştgîrîkirin bo zalkirina hîn zêdetir a pîwerên demokrasî û civaka medenî jî hate nirxandin.

Heyeta mêwan di axaftinên xwe de kêfxweşiya xwe jî li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de ên di warê siyasî û civakî de diyar kir û hêvî xwest ku, pergala siyasî ya li Kurdistanê de şan bi şanê çanda demokrasî bi beşdarîkirina welatiyan pêş bikeve.

Hêjayê gotinêye ku, peymangeha NDI anjî National Democratic Institute peymangeheke medenî ya serbixwe ye û kar bo piştgîrî û bihêztirkirina dezgehên demokratîk dike û di sala 1999an de hatiye damezrandin û li Îraqê de jî piştî sala 2003an ofîsa xwe vekiriye.

Back to top button