Nivîsar

Dû rexne û bersivek

DU REXNEYÊN BÊWATE LI PIRTÛKA
”JÎNEWARIYA DERWÊŞÊ SADO”

Roja 17ê Nîsanê, saet li dora 14.00yan bû, dostekî min ez bi telefonê agadar kirim ku Zinar Soran rexneyekî dirêj li ser pirtûka min a bi navê ”Jînewariya Derwêşê Sado” nivîsiye û li malpera NETKURDê (2012-04-17 08:28:38) daye weşandin. 

Dema min li Malperê nihêrî, min dît ku erê rast e, va ye Zinar Sora wêneyekî xwe yê 30 sal berê û yekî min ê sê sal berê jî daniye ber hev, tevî bergê pirtûka min û rexneyekî dirîj nivîsiye. Piştre dema ku min li programa Googleyê niherî, min dît ku Zinar Soran wê nivîsa xwe li 8 malperan daye weşandin. Lê ez mîna wî nakim û tenê ez ê li malpera NETKURD û ya ROJEVAKURDê bidim weşandin.

Zinar Soran nameyeka ku Şakir Epozdemir jê re hinartibû jî, wek çavkanî daye nîşandan û di serê nivîsa xwe de bi cih kiriye.
Şakir Epozdemir di nivîsa xwe de, peyvên ku jê re dest nadin bi kar abîne, weke ”derew”,  ”neweyî”, ”fortên Xerzan”, ”dizî”, ”talan”, ”xesp” û hwd… ji Derwêşê Sado re gotiye.

Şakir Epözdemir kenê xwe bi min jî kiriye û gotiye: ”Ka ezê çî bêjim…? Niha ilimdarê xwedîyê 100 pirtûkan Zeynelabidîn Zinar…” û gelek peyvên bêhawe besterêz kiriye…

Şakir Epozdemir çendî ku nivîsa xwe pir dirêj kiriye û bi tiştên bêwate dagirtiye, lê belê wek fikra sereke tê de du pirsên wî derketine holê:
1- Çima Derwêşê Sado negotiye ku ”ew berevaniya li Dadgeha Antalyayê tenê ya Şakir Epozdemir e?”
2- Çima Derwêşê Sado gotiye ku ”Me Şakir Epozdemir ji partiyê avêtiye!”

Xwendevanên Hêja!

Dema min ew pirtûk (JÎNEWARIYA DERWÊŞÊ SADO) amade dikir, rêzdar Derwêşê Sado dosyayek tije belge dabû min. Wê demê ewî belgeyekî ji navê derxist û got: ”Ev berevaniya me ya siyasî ye ku pêşkêşê Dadheha Antalyayê bûye.”  Min jî ew berevanî wek a Partiya Demokrat bi navê hersê hîmdarên partyê daye naskirin.

Lê belê Şakir Epozdemir xwe jibîr kiriye dema gotibû Derwêşê Sado: ”Ew berevaniya te ya Dadgeha Antalyayê pir xweş bû, te tê de otonomî ji Kurdan re xwestiye…” Ev gotina mam Şakir bi şahid û dîdevan û îsbat e.

Raya Giştî û Wijdana Giştî jî, rind dizanin ku ez bi xwe lêkolîn dikim û li pey esl û feslê belgeyan nabezim. Lê belê niha Derwêş jî û Şakir jî li jiyanê ne û hevalên hev ên hîmdariyê ne. Fermo eger ew gotinên Şakir Epozdemir rast bin, çareserkirin karê çend deqeyan e, bila here ba Derwêşê Sado doz lê bike, rastiya vê meselê derxînin holê. Hingê ez ê jî li gor encama hevdîtina wan daxuyaniyekê bidim û ”rastiya meselê” eşkere bikim.

Zêviriya duyem ku Şakir Epozdemir daye nîşandan, ji ber vê ye ku Derwêşê Sado gotiye: ”Me Şakir Epozdemir ji partiyê avêt”iye. Avêtina Şakir Epozdemir ne tenê bi gotina Derwêşê Sado, lê bi biryara Kongreya Partiyê ya li Siltanşêxmûs ku çêbûbû bûye. Ev yeka hanê, niha pir kes li jiyanê hene ku pê dizanin.

Ev gotina avêtina ji Partiyê, xuyaye ku li zora Şakir çûye. Lê belê va ye Şakir bi xwe jî vê gotina Derwêşê Sado bê ku haya wî jê mabe piştrast kiriye û weha nivîsiye: ”Damezrênêr û Azayê Koma Navkom û Muhasibê Giştî yê PDKT (1965-1971)” Madem berpirsyariya Şakir Epozdemir ji 1971ê nebihuriye, nexwe hewce nake ku Şakir ji gotina Derwêşê Sado ku ew ji partiyê hatiye avêtin zêvir bibe.

Ji vê zêdetir, pir kes niha li jiyanê hene ku Şakir Eposdemir li ba wan jî gotiye ku wî ji 1971ê û bi vir ve, siyaset nekiriye. Madem rewş ev e, nexwe eger Şakir Partiyê û Derwêşê Sado bişûfîne seriyekî kelem ku belgên wê tev jê weşiyane, niheqiyeke mezin dike.

Şakir Epozdemir şîretên xwe jî ji Zeynelabidîn Zinar nehêvişandine, rê nîşanê wî daye û weha gotiye:
”Bila Zeynelabidîn daxwaznameyek ji Walîyê Diyarbekirê ra binivsanda, bila bigota eva 44 sal di ser vê meseleyê da borîn. Ez bîrhatinên Derviş Akgül dinivîsim, bi emr û fermana cenabê we…” û pir tiştên wisa gotine.

Kurd dibêjin: ”Eyba reşê û şerma giranê”! Îcar Zeynelabidin Zinar çûbûna ”daxwaznameyekê ji Walîyê Diyarbekirê ra binivsanda” û îfadeya ”Derviş Akgül” bi dest bixista! Ev şîretên Şakir diyar e ku ne yên dostan in.

Lê çima Şakir Epozdemir nedigot, ”bila Zeynelabidin Zinar çûbûna li Arşîva Şoreşê binihêrta”, yan gotiba ”bila wê nameya ku Şakir Epozdemir ji Idrîs Berzanî re hinartibû bi dest bixista û biweşanda!” Şakir vê gotinê nedigot û nabêje jî, lewra li hesabê wî nayê û wê pir tişt pê re jî derkevin holê.

Wek encam dikarim weha bibêjim: Min di beşa sisiyan a pirtûkê de, gotineke tenê jî û belgeyekî tenê jî, bê destûr û kontrolkirina Derwêşê Sado nenivîsiye û bi cih nekiriye. Fermo, eger hesabê kî bi vê kitêbê re hebe, bila here bi rêzdar Rerwêşê Sado re bipeyive.

Rêzdar Zinar Soran jî weha nivîsiye:
”…Zeynelabidîn bingeh û tevna beşê li ser PDKTyê ya kitêba xwe ji lêkolîna min ya li ser PDKTyê bê ku ji min bipirse û bê ku çavkaniya wê nîşan bide, pêk anîye.” û gelek gotinên wisa yên din gotine…

Yanî di serê vê Sedsala Bîstûyekê de, di vê dema ku teknîka Înternetê tiştekî veşartî nehêlaye, Zeynelabidin Zinarê ku hewqas lêkolîn dike û pêrgê tiştên derdemî dibe/bûye, îcar wê rabe û beşa sêyemîn a pirtûka xwe ji lêkolîna Zinar Soran  ava bike û qet dê bîr nebe ku wê Zinar Soran bibîne! Yan eger Zinar Soran nebîne jî, wê Zeynelabidîn Zinar qet hesabê sed sal, yê dusedsalên pêşerojê neke ku wê ev yek derkeve holê?

Çewa  ku min li jorê jî diyar kiriye, min belge û wêneyên li ser doza PDKTyê ku di beşa Sisiyan a pirtûka xwe de ku weşandine, ne ji nivîsek an lêkolîneke Zinar Soran wergirtine. Min ew belge hemû ji arşîva Derwêşê Sado wergirtine û niha jî ew belge û wêne li ba Mam Derwêş têne parastin. Tenê ew belgeya werger ku Zinar Soran bi xwe jî behs kiriye, ji xwe min eşkere nivîsiye ku ”ev werger a Zinar Soran û ya Mîrhac e.”

Ez dema li ser pirtûkê dişixulîm, Zinar Soran şevekê telefonê min kir û got: ”Min hin belge ji mam Derwêş xwestine, wî got ku belgeyên min li ba Zeynelabidîn in. Bi kerema xwe tu hinek ji wan belgeyan bide min…”

Îcar bila Zinar Soran vê carê weha bêje Mam Derwêş:  ”Çima te bê destûra min, belgeyên PDKTyê (ew partiya ku te ava  kirye) dane Zeynelabidîn Zinar?”
Ew çend belgeyên ku min ew di beşa sisiyan a pirtûkê de weşandine, rast e ku Zinar Soran jî ew belge di nivîseka xwe de berê weşandine. Lê belê xwediyên wan belgeyan sê kes in ku niha ew li jiyanê ne. Yek ji wan kesan jî rêzdar Derwêşê Sado ye. Ez dibêjim ku min destûra weşandina wan belgeyan ji Derwêşê Sado wergirtiye. Baş e, Zinar Soran dema ku wan belgeyan weşandiye, destûr ji kê wergirtiye?

Bêguman belgeyên wisa, malê miletê Kurd in. Her kes dikare xwedîtî li wan bike, wan biparêze û ne lazim e ku destûr ji bo weşandina wan ji kesî bête xwestin.

Hewceyê gotinê ye ku ez bêjim: Rêxistinekê 15 sal berî niha şeş  pirtûkên min ên klasîk li ser navê saziyeka xwe weşandine, hîç ji min nepirsîne jî, lê min heta niha ji kesî re jî negotiye û nabêjim jî. Ji ber ku çewa min xwe ji wan klasîkan re xwedî dîtiye, ew rêxistin jî mîna min xwediyê wan berheman e.

Hêvîdar im ku ne Şakir Epozdemir û ne jî Zinar Soran, vê meselê zêde mezin nekin û newerpixînin. Lewra herduyan jî li gor xwe ked kirine û keda wan bûye malê mêjû. Eger na, dema ez bêgav bimîne, ez ê pir tiştan derxînim holê, ew tişt xasma jî wê ji bo Şakir encameke neyênî biafirînin.

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button