Sernivîserê govara Çirpe hat girtin
Hat zanîn, sernivîserê govara Çirpe, ku li Herêma Kurdistan tê weşandin, ji ber nivîseke li bara ola îslamê, bi fermana dozgerê giştî yê Kurdistanê hat girtin.
chrpaCîgirê sernivîserê govara Çirpe, Berhem Izedîn, ji AKnewsê re got, li ser şikayeta wezareta ewqaf û karûbarê olî ya Herêma Kurdistanê û bi fermana dozger, sernivîserê govara Çirpe, Hêmin Arî ji aliyê polîs ve hat girtin.
Ji aliyekî din, cîgirê berpirsê liqa Hewlêrê ya sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê, Rizgar Koçer, ji AKnewsê re got, em ji rêya karmendekî rojnameya Xebat, ku hevalê sernivîserê Çirpe ye, ji girtina wî agahdar bûn, lê diviya ev yek zûtir bo me hatiba gotin.
Koçer, diyar kir, sendîka dê li pey vê yekê here û dê lêkolîn bika ka çima Hêmin Arî li nav avahiya rojnameya Xebat hatiye girtin û çima bêhurmetî li wê rojnamê hatiye kirin.
Rêvebirê polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Telet jî got, li ser fermana dozger, Hêmin Arî hatiye girtin û me biryar cî bi cî kiriye.
Tê zanîn, govara Çirpe, di hejmara xwe ya 14 de, roja 2 Gulana îsal, nivîsek bi navê “Keçên Xwedê” weşandibû û tê de “sivikatî” li ola îslamî kiribû. Ev jî rastî nerazîbûna tund a aliyên olî hatibû.