Bi amadebûna Serokwezîr Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî tê ragihandin

Di berdewamiya pêbendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi karnameya xwe û anîna berdest a xizmetên giştî de, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve Stratejiya Werçerxana Dîjîtalî hat ragehandin û di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: Ez gelek bextewerim ku îro li gel we ji bo projeyekî giring em ragehînin, ku ew jî Stratejiya Werçerxana Dîjîtaliye û beşek ji proseya çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dîjîtal kirina xizmetguzariyên giştî ye û pêşdeçûn û pêngav avêtina ber bi hikûmetekî elektronîkî ye.
Barzanî ragehand, pêwîst dizanim ku destxweşiyê li fermangeha tekonolojiya zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim, ji bo amadekariya vê stratejiyê û kar kirina berdewam û dîjîtal kirina proseyê. Herwaha spasiyekî zêde ji bo hewkarî û hemahengiya Qralîyeta Yekgirtî ya Brîtanya bi taybet konsulê giştî birêz David Hund û tîma wî dikim ji ber rolekî giring li berhemanîn vê stratejiyê de girtin ser xwe û hewkariyekî mezin di vî warî de kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir ku beriya demeke kurt sîstema nû ya dîjîtal a moleta ajotinê li Herêma Kurdistanê dest pê kir û ragihand, di heyama meha bê de sîstema e-Visa dê were cibicîkirin.
Mesrûr Barzanî bal kişande li ser wê yekê ku ev pêngav, destpêka qonaxeke nû û pêngavên bi kalîte ye û di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku bi giştîkirina vê sîstemê bo hemû saziyên hikûmetê li Herêmê re, dê bi awayekî asantir û bileztir xizmetguzarî ji welatiyan re werin pêşkêşkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, sîstemeke dîjîtal a nû ji bo tomarkirina kompanyayan di meha bê de dê dest pê bike, da ku bigihêje asta herî mezin ji şefafîyetê û kêmkirina rutîn û burokrasiyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demên berê de û zêdetir ji carekê tekez li ser wê yekê kir ku pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyan, karê pêşîne ya Kabîneya Nehemîn e.
Herwaha bal kişand ser girîngiya werçerxa dîjîtal û got: “Yan em ê li gorî teknolojiyê tevbigerin, an jî em ê li paş bimînin. werçerxa dîjîtalî pir giring e û ti alternatîfek jê re tune ye.”
Mesrûr Barzanî got: “Dibe ku niha gelek kes giringiya vê projeyê nebînin. Rast e mirov wê wek avahiyekê nabîne, lê ez bawer im piştî demekê dê têbigihê ku ev proje çiqasî girîng e ji bo xizmetkirina hemû welatiyên Kurdistanê. Di encamê de, armanca me ew e ku bi awayekî baştir û bileztir xizmeta welatî û rûniştvanên Herêma Kurdistanê bikin.”