Nivîsar

Beşdariya Barzanî li Davos mîladek e

Ev bajarê biçûk ê Swîsre ku di dema Forumên Davos de dibe navenda siyaset û aboriya cîhanî kariye di demên civînen xwe yê salane de birêvebirên siyasî, aborî, pirsên jîngehê, ango pirsên ku cîhana me herî zêde digre dest bîne ba hevûdu û bibe yek ji platformên herî girîng yên cîhanî.

Beşdariya Serok Barzanî di Foruma Davos de, beşdariya Serok Barzanî di vê civîna girîng a siyasî-aborî ya cîhanî de li gel Serokên cîhanê, nîşanderek e ku Kurdistan di siyaseta cîhanê de di warên siyasî, aborî, enerjî de bûye / dibe xwedî rolek girîng. Amadebûna Serok Barzanî, herweha ji bo meşruiyeta siyasî ya Kurdistanê di qada siyasî ya navneteweyî de, girîngtirîn gav e ya ku heta îro girêdayî Başûrê Kurdistanê û Kurdistanê bi giştî hatiye avêtin.

Ji bo neteweyê Kurd, ji bo Kurdistanê wekî welat amadebûna Serok Barzanî di Forum a Davos de mîladek a qebûlbûnê di temsiliya Kurd / Kurdistanê  di nav netewe û dewletên din ên cîhanî de ye. Bêguman pêngavên yekem her dem gelek girîng in, bîngehê ji bo pêngavên duwatir amade dikin. Foruma Davosê ya sala 2013an dê bibe zemînek xurt ji bo têkiliya Kurdistanê li gel cîhana siyasî, aborî, enerjî û h w d,  di qada siyasî – temsîlî ya herî bilind de.

Raya giştî ya Kurd baş dizane ku serkeftina Kurdistanê di warê siyasî, aborî, enerjî û pirsên din ên girîng de, girêdayî birêvebiriya siyaseta serkeftî ya Parlamentoya, Hukimeta Kurdistanê û bi taybetî ya Serokê Kurdistanê ye ku bûye navendek ewle ji bo demokrasiyê, ewleyiyê, aştiyê, diyalogê ya modern ku baweriya cîhana pêşkeftî bidest xistiye.

Li gel Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, cîhanê kariye di herema Rojhilata Navîn a tevlîhev de, lîderek/ serokek pêbawer, modern, xwedî prensib, demokrat peyda bike. Barzanî bi kiryarên xwe yên kamil, serwext û demokrat,  di Rojhilata Navîn de bûye yek ji aktorên herî girîng ên  xwedî tesîr. Gelê Kurdistanê li Başûr û herweha li hemû aliyên din ên Kurdistanê – li Bakur, Rojhilat û bi taybetî jî li Rojava mîsogerî û garantoriya xwe di birêvebiriya siyaseta hemdem û Kurdistanî ya Barzanî de dibîne. Barzanî di qada neteweyî û navneteweyî de yekemîn û girîngtirîn nûner û temsîlkarê netewe û welatê Kurd e…

Hêvîdar, lê herweha bawer im Serok Barzanî di Foruma Davos de, dê bibe yek ji beşdarên herî girîng ên vê platforma herî girîng. Lîderên cîhanê dê ji destê yekem a meşruiyeta Kurd ve, li ser Kurdistanê, Rojhilata Navîn û pêşeroja vê devera girîng bibin xwedî zanyarî.

Stockholm 20. 01. 2013

Cemal Batun

(Avestakurd)

Back to top button