Polîtîk

Ahenga pîrozbahiya komara Kurdistanê

 

Kurdên Swedê her sal roja Diduyê Rêbendanê ku salvegera damezirandina Komara Kurdistan a Mihabadê ye,  pîroz dikin. Îsal jî her ew pîrozkirin di eynî rojê de bi beşdariyeke mezin, bi kêf û xweşî hate pirozkirin.

Roja 19. 01. 2013, pîrozbahiya Komara Kurdistan a Mihabadê bi amadebûna PDKI (Partiya Demokrat a Kurdistana Iranê) û Hevkariya Hêzên Siyasi yên Kurd û Kurdistanî ku nunerayetiya 27 pariyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike,  bi coşeke mezin hate pirozkirin û bi hezaran kurdên Swêdê yen ji her çar beşên Kurdistanê, li Stockholma paytext a Swêdê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê pêşî gotara PDKI hate xwendin, piştre gotara Komiteya Hevkari, gotara Federasyona Komeleyên Kurdistanê, peyamên partiyên siyasî yên kurdistanî, payamen komele û saziyên Kurd û yên Swêdî hatin pêşkêşkirin.

Nunerên partiyên siyasî yên parlamana Swêdê, nunera şaredariya Solna û nunerê Kongreya Irana Federal, gotarên xwe bi zimanê Swêdî û hin zimanên din peşkêş kirin. Hozanê navdar Şivan Perwer jî, bi sitranên xwe beşdarên şahiyê kefxweştir kirin.

Şahiya Komara Kurdistan a Mihabadê, bi awayekî serkefti, bi dilxweşî û şadî, di nêv aramiyê de hetanî derengiya şevê domand.

 

Rojeva Kurd

Back to top button