Bersîveke pêwîst û derdekî bê derman
Hevalê min yê qedîm Derwêşê Sado, pirtûka xwe ya bi navê “JîNEWERİYA DERWÊŞÊ SADO” roja 03.10.2011ê li Hewlêrê, li Otela Xanzad ji min ra imzakir û da min. Çewa ku min vê pirtûkê di ber çavên xwe da borand, min dît ku hevalê min yê qedîmê 54 salan tiştekî ne di cî da û ne delal kirîye.
Min xwest ku di wê şevê da itirazê lê bikim, lê emega 54 salan, ew qehra ku di vî 54 salî da min ji destê Derwêş kişandibû wê hemi li boşê biçûya. Heyfa min li emega min hat. Wê şevê xew nekete çavên min.
Ez derketime ser kompîtorê, di wê şevê da min itiraznameyek nivisand û ji xwedîyê malpereke Kurdî ra rê kir. Serê sibê seet li heftan (07.00) Derwêş telefonî min kir û got: ”Zeynelabidîn Zinar di pirtûka min da gelek xeletî û şaşî kirîye. Ez dixwazim tû dilê xwe li min negirî.”
Min tenê karî bibêjim, ku tû ‘jinewariya’ xwe teslîmî Zeynelabidîn Zinar bikî, wê te weha şermezar bike.”
Min nexwest minaqeşeyê bi hevalê xwe Derwêş ra bikim. Piştî telefona Derwêş li wî dostê xwe yê xwedanê malperê geriyam, min weşanadina itiraznameyê da rawestadin. Hewce nake navê wî dostî xwe bibêjim. Ew kabira sax e û şahidê vê rastîyê ye.
Min nexwest minaqeşê bi Derwêş ra bikim. Niha jî naxwezim. Ez niha jî naxwezim ku bawer bikim Derwêş, vî şuxlê nebûyî û ne laîqê xwe kirîbe. Ez dibêm ka ev ulemayê 100 pirtûkan xwestîye Derwêş bike xwedan berevanîyeke siyasî… Zeynelabidîn Zinar, berhemeke bê esas û bê temel daye ber xwe. Ji ber vêye ku gava bersîva min daye, hê xirabtır şemitîye nava xeletiyan û xwe xistîye teqneyê.
Zeynelabidîn Zinar bi eşkerayî min tehdîd dik e û dibêje:
“Hêvîdar im ku ne Şakir Epozdemir û ne jî Zinar Soran, vê meselê zêde mezin nekin û newerpixînin.(?)… Lewra herduyan jî li gor xwe ked kirine û keda wan bûye malê mêjû. Eger na, dema ez bêgav bimîne, ez ê pir tiştan derxînim holê, ew tişt xasma jî wê ji bo Şakir encameke neyênî biafirînin “…
Bila Zeynelabidîn Zinar vê yekê baş bizanê ku yek serweteke mine ji hemî serwetan dewlementir heye, ew jî rastî û dristî ye. Tişteke ku min bide şermê di jîyana min da naborê û neborî ye. Hele hele di derheqê pêvajoya micadela Kurd û Kurdistanê da, di tû wext û zemanî da xetayekê bi hemdê min yê bi qasî misqalek çênebûye. Min tû wextî di derheqê siyaset û siyasetvanên herçar perçeyên Kurdistanê da xebereke ku gulek pê biqermiçê negotîye û nabêjim.
Hirmeta min ji hemi rêxistin û misyon û şexsiyetan ra û bi taybet ji millet Kurd ra heye. Malbata min, pismamên min û eqrebayên min jî, her wisa di tû wextê da tişteke ji malbatê ra şermezarîbî nekirine û nakin. Pêşîya ku Derwêşê Sado dest danî ser partîyê û berê xwe ji teşkîlata salên 1965 heya 1971 ê guhast, Serokê Koma Herêma Diyarbekir birayê min î Şehid û canfida Av. Şewket Epözdemir bû. Azayê Herêma Sasûn û Serokê Koma Cî ya Baykanê Elî Epözdemirê mamê min bû. Me weke malbat xwe xistibû binê bare PDKTyê.
Îro jî gencên me yên aqedemîsyen, nivîskar, rojnamevan û hunermend û ronakbîr ku hêjmara wan ne kêmî 100a ne û dinya wan nas dike; di kîjan rêxistinên Kurdî da dibin bila bin; ew bi can û dil dilxwazê rêbaza Barzanîyê Mezin in û tû wextî nevanîya vê malbatê û vê rêbazê nekirine, ango vê derîzanê ji bo feydeyên xwe yên siyasî û ticarî û şexsî nexebitandine û bê hirmetîya tû rêxistinekê nekirine.
Şahidên me miletê Kurd e. Hemî ronakbîr û rêxistin baş dizanin ku temelê Kurdîtîya Epözdemir’an li ser xîm û ramana rêbaza Mela Mistefa ava bûye. Ne Zeynelabidîn Zinar û ne keseke weka wî mejîvala, nikarin lekeyek bînin ser min û malbata min. Ku hebe hebe, wê di binê tûrikê Zeynelabidîn Zinar da tenê vir û derew û tiştên tewş û bêteşe hebin. Ew derew jî wê li xwedîyên xwe vegerin… Ez tû wextî ji îftira û bêbextiyan netirsîyame û natirsim. Lewra ujdana min rihet e.
Niha em bêne ser bersîvên alimê xwedîyê 100 pirtûkan. Hîvîdarim ku xwendevan hûr û kûr bala xwe bidinê ka Zeynelabidîn Zinar bê çewa bi canbazî xwe nêzîkê mijaran dike. Zeynelabidîn Zinar di pirtûka Jineweriya Derwêş, di pera 210 an da weha dibêje:
“Her waha çendî ku me bi biryara Partîyê di 1971ê de li Navpirdanê Şakir Epözdemir ji partîyê avêtibû jî, lê min dîsa ew bi xwe ra bir Misircê û li kamyonekî siwar kir, hinart Tetwanê.”
Ez pirs dikim. Ka çewa û li gora kîjan maddeya Program û Nizamnameya PDKT; Derwêş dikare li Navpirdanê min ji partîyê bavêjê … Ez dibêjim eger li Navpirdan ez ji Partîyê hatibim avêtin, Derwêş bi sere xwe min avêtîye. Ne mimkin e ku Şerefeddin Elçî xeletîyeke waha bike. (Min ji Kekê Şerefeddin vê yekê pirsî, go: “Evaha ne mimkin e. Ez wê rojê gelek ji te qehirîbûm, lê bê qerarê kongreyê ev yekaha ne mimkin e.”
Birêz Zeynelabidîn Zinar waha cewaba min dide:
“Zêviriya duyem ku Şakir Epozdemir daye nîşandan, ji ber vê ye ku Derwêşê Sado gotiye: ”Me Şakir Epozdemir ji partiyê avêt”iye. Avêtina Şakir Epozdemir ne tenê bi gotina Derwêşê Sado, lê bi biryara Kongreya Partiyê ya li Siltanşêxmûs ku çêbûbû bûye. Ev yeka hanê, niha pir kes li jiyanê hene ku pê dizanin.”
“Ev gotina avêtina ji Partiyê, xuyaye ku li zora Şakir çûye. Lê belê va ye Şakir bi xwe jî vê gotina Derwêşê Sado bê ku haya wî jê mabe piştrast kiriye û weha nivîsiye: ”Damezrênêr û Azayê Koma Navkom û Muhasibê Giştî yê PDKT (1965-1971)” Madem berpirsyariya Şakir Epozdemir ji 1971ê nebihuriye, nexwe hewce nake ku Şakir ji gotina Derwêşê Sado ku ew ji partiyê hatiye avêtin zêvir bibe.
“Ji vê zêdetir, pir kes niha li jiyanê hene ku Şakir Epozdemir li ba wan jî gotiye ku wî ji 1971ê û bi vir ve, siyaset nekiriye. Madem rewş ev e, nexwe eger Şakir Partiyê û Derwêşê Sado bişûfîne seriyekî kelem ku belgên wê tev jê weşiyane, niheqiyeke mezin dike.”
Xeberek heye ku dibêjin “Mijarê şîlo dik e. Ango dixifxixînê…” Jê were ka alem hemî weka wî bê îdraq in…
Di pirtûkê da dibêjî bi biryara partî di 1971ê da, lê gava ku qûş lê te teng dibî dixe sitwê Kongreya 1973yê ku 2 salên glover di serda çûne û ji rexek va dixe stûkura min. Yanê min xwe ji partiyê avêtîye… ango Kongreya 07.10.1973yê ku li Siltan Şêxmûs hatîye civandin bi qerarê vê kongreyê ez hatime avêtin.
Li gora vî nivîskarê bê perwa û bê hidûd, ‘şahidên’ vê biryarê jî hen e. Heye ku çend heb ‘şadezor’ jî hazir kiribî. Gava derew mubah bin û bêbextî jî di genên merivan da rûniştibin ma kemala şadezorîyê çî ye?
Ezê li vêderê 2 şahidên xwe yên mumtaz ku merivên eyyan û beyan in, bidime xeberdan ku ev tiştên ku Zeynelabidîn Zinar dibêje derew e û bê Xwedayî ye.
Bi carek, Civîna Mezin bê sebeb min ji partîyê navêjê. Hetta dibêjin ku damezranêrên rêxistinan ji rêxistinên xwe nayêne avêtin.
Derwêşê Sado bi kîjan kongreyê 2 salan bi sere xwe sekreteriya partîyê kir? Ma di Nizamnameya PDKT da ev diktatorîyet heye?
Şakir, Emer, Şeref, Feqe Hiseyn, Seraceddin Ünlü (5 kes) sax bûn û Azayê Koma Navkom bûn… Em bêjin ixtişaş ketibû nava me… Bo çî Civîneke Fewqelade nehate kom kirin? Bo çî gazî hevalên Koma Navkom, serokên herêm û Komên Cih nekirin. Ne tenê çareseriya sekreterîyê, çareseriya xebat û tevgera partîyê bo çî dirist nekirin? Bo çî PDKT bu qurbana ezîzî û ihtirasa şexsî?
Ez hêja jî dameznanêrê PDKTyê me. Ez xwe weka endameke PDKT dişopînim. Ez ne PDK-T´yî me. Bila PDK-T ji Zeynelabidîn Zinar ra û Derwêş ra bî., ez damezranêr im. Hun nikarin min ji partîyê bavêjin. Hun bi çî aqilî navê PDKT yê datînîn PDK-T. ‘Parti Demoqrata Kurdistan – Li Tırkîyê’ … Ji bo çî bersîva vê nadî?
Em niha bêne ser mesela Kongra Siltanşêxmûs û avêtina min ya li hafa şahidên Zeynelabidîn Zinar.
Sal 1973… Mehmed Emîn Aslan û Mela Mihemed Efe hatine Tetwanê. Seyid Maşallah bi nevsa xwe hate peyî min, go mêhvanên te hene. Min bire mala xwe. Ev yek sala 1973, di kûranîya payizê da bû. Van herdû camêran, gelek bi israr daxaz kirin ku ez careke din dagerime nava xebata Partîyê. Ji min ra gotin: “Kongreya Partîyê selahîyet daye me (Kongra Siltan Şêxmûsê) ku em di heqê te da lêkolînekê çêbikin û raporekê bidin. Em gihîştine wê qenaetê ku di vê mesela Dr. Şivan û Seid Elçî da qisûr û xetayê te nine. Ji ber vê yekê, dîsa li gora ku Kongreyê selahîyet daye me, em teklîf li te dikin ku tû weka Azayê Mekteba Siyasî xebata PDKT qebûl bikî. Min ji wan herdû camêrên ciwan û cindî spas kir, kêfxweşiya xwe anî ziman ku xwe dane binê bare xebata partî û lêborîna xwe ji wan xwest.
Mele Mihemed Efe, Mamoste Mehmed Emin Aslan û Seyid Maşellah sax in û li heyatê ne. Zeynelabidîn Zinar jî ‘hîmdarîya’ min a ku ez yek ji damezranêrê PDKT me dipejirînê. Derwêş jî li her dera ku min bi dostên xwe yên Başûr ra dide naskirin (mixabin dosten wî li Bakur nema ne) tim dibêjê: “Ez benî! Ev jî…! muessisê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîyê ye. Me bi he ra Partî damezirand…”
Nexwe ev rastî nayê inkarkirin ku ez Azayê Koma Navkom û Muhasibê PDKT ê yê salên 1965 / 1971ê me. Min istîfanama xwe nedaye Derwêş. Ez çûme li mala xwe rûniştim e. Lewra min baş dizanîya ku ev rêxistin bi pêvajoya wî gavek bi pêş nakevê. Me dev ji pêşdabirin û biserketina PDKT berda, Derwêşê Sado Partîyê xiste haleke wisa ku tenê nave wê ma ye. Navê wê jî Zeynelabidîn Zinar guhertîye. Zeynelabidîn navê PDKT kiriye PDK-T.
Min bi devikî gotîye “Ez bi we ra naxebitim.” Sebebê ku ez bi wan ra nexebitîm ew bû ku guh dane Mistefa yê Mala Cemil Paşa û çûn ji Dr. Mehmud Osman û Rehmetîyê İdrîs Barzanîyê gorbehişt ra gotin heya mişkila Dr. Şivan çareser bibe, bila bi destûra we Şakir (Şoriş) li vêderê (Haciumranê), di binê qontrola we da bimî nê.”… Resmen min dane girtin. Eger ne ji Şerefeddin Elçî bûya ya MİTê min bi tehrika Mistefa û destê Derwêş dida kuştin, ya jî wê piskolojîya min bahata wê dereceyê ku min bixwe xwe intîxar bikira. Ez hemî tiştan niha nebêjim.
Ewê ku xedir lê bû ye ez im. Ewê ku soz daye xwe bi xwe ku nekeve rêxistinên siyasî dîsa ez im. Ewê ku teşkilata Diyarbekir û Sasûn û Serhedê winda kir ez im.
Şerefeddin û Derwêş min şandine Meqerê Dr. Şivan. Doktor biryar da ku min bibe cem Seid Elçî. Xwuda bi destê wî va neanî.
Derwêş dibêje “eger min mesela kuştina Seîd neda deşifre kirin, wê Doktor te jî bikuşta” … Eva ha rast e…. 2 rojên min mabûn. Eger Dr. Şivan 2 rojan şûnda bigirtan, ez niha li tenişta Seid di binê axê da bûma. Ji ber ku ez teslîmî Dr. Şivan nebûm. Ji ber duristiya min.
Mela Hemdî sax e. Li Sersing e. Wê demê Serokê İstihbarata Herêma Behdînan bû. Seyda dibêje li ser emrê Mela Mistefa min vê karesatê pişkaft û kuştina Seîd tesbît kir.” (1)
Li ba min ferq nak e. Bila Derwêş vê meseleyê pişkaftibî… Ew jî Mela Hemdî jî sax in. Ew bila hev iqna bikin. Niha belgeyên vê yekê di wê arşîva ku Derwêş daye Zeynelabidîn Zinar da henin.(2) Ji herduyan kî pişkaftibî mala wî ava.
Ya giring; gava deşifrekirina vê karesatê 3 rojan bi paş biketa û Dr. Şivan û Çeko min bibirane cem Seîd Elçî û Mihemedê Begê, wê Derwêş ji bona min çi bigota?.Ez meraq dikim…
Wê gave ne hevcebû min bike hevalê Dr. Şivan… Ne hewce bû ku Mistefa Beg vê yekê bixe sere wî û Şerefeddîn Elçî, ku herdû bi hevra herin ji Dr. Mehmûd Osman ra bibêjin “Şakir ne hevalê me ye, ew hevalê Dr. Şivan e.” Dr.Mehmûd Osman sax e. Li heyatê ye. (3)
Niha em bêne ser mesela ‘Berevanîya Dirokî’
Zeynelabidîn Zinar dibêje:
“Dema min ew pirtûk (JÎNEWARIYA DERWÊŞÊ SADO) amade dikir, rêzdar Derwêşê Sado dosyayek tije belge dabû min. Wê demê ewî belgeyekî ji navê derxist û got: ”Ev berevaniya me ya siyasî ye ku pêşkêşê Dadgheha Antalyayê bûye.” Min jî ew berevanî wek a Partiya Demokrat bi navê hersê hîmdarên partyê daye naskirin.
Lê belê Şakir Epozdemir xwe jibîr kiriye dema gotibû Derwêşê Sado: ”Ew berevaniya te ya Dadgeha Antalyayê pir xweş bû, te tê de otonomî ji Kurdan re xwestiye…Ev gotina mam Şakir bi şahid û dîdevan û îsbat e.
Raya Giştî û Wijdana Giştî jî, rind dizanin ku ez bi xwe lêkolîn dikim û li pey esl û feslê belgeyan nabezim.(…)”
Li vêderê meriv dibînê ku Nivîskarê me yê xwedîyê 100 pirtukan meseleyê digemirrîne, dixifxifîne, texrîş dike. Cesaret nake ku rastîyê bibêjê. Geleke Z. Zinar waha bigota:
“Biborin! Min şaşîyeke bêqûn û bê qanûn kirîye. Ya rast ev belge Qararê Mehkema Antalyayê ya hêjmara 1968/235 ye. Ev rûpela Berevanîyê ku di (JÎNEWARIYA DERWÊŞÊ SADO)da, di rûpela 180yê da hatîye neşir kirin, bi rastî Berevanîya Şakir Epözdemir ya celsa 1.mîn a Mehkema Cezayê Giran ya Entelyayê roja 29.09.1968ê ye. İfada Şakir Epözdemir di sira 2 yê û r.3-4 de, ya Seîd Elçî di sira 9yê û r.6-7 da, ifada Derwêşê Sado jî, di sira 10yê r.7ê da cîyên xwe girtine.(4)
Lê Zeynelabidîn Zinar nikarê rastîya meseleyê bibînê. Wî dîrektîf ji cîyekî bilind standî ye. Ji bona ku hêjmar û tarixa vê rûpelê bide windakirin dibêje:
“Ew berevanî 25ê çileya Pêşî 1969an de, tevek ji Dadgeha Cezayê Giran ya Antalyayê re hatiye hinartin. (…) (Zebta Dadgehê, r. 3-4)”
Eger ‘Zebta Mehkemeyê ye’ -ku rastî jî ev e-, ji bo çi mehkema ku roja 29yê manga 09yê a sala 1968ê rûniştîye û di wê rojê û celseyê da ifada 16 kesan girtîye; wê bi çi mentiqî zebta vê durişmeyê di 25/11/1969yê da bête ‘hinartin’?… Eger na… Eger ustadê me qala Berevanîya min ya ku 54 per in û bûye pirtûk dike eva 7 sal in ku ev pirtûk tê xwendin. (5)
Eger xaye ew be, ew Berevanî ne ya devê Zeynelabidîn Zinare ku bîne ziman. Ev Berevanîya ji terefê hemi rêxistin û lêkolîneran va hatîye qebûl kirin ku di dîrokî Bakurê Kurdistanê de ‘berevanîya siyasî ya yekemîn e. Ger di dîroka Kurdstana Bakur da ku Xalid Begê Cibrî li İstiqlal Mehkema Bajarê Bedlîsê Berevanîya Kurd û Kurdistanê nekiribî; Li Kurdistana bakur Yekemînî ya min e.
Derwêş ji nava dosyayê kijan ‘belge’ deranîye daye Ustad? Xuyaye ku yek per e. Eger yek per be, ew ne di nava qerarê mehkema Antalya da, belkî ji internetê, ji lêkolîna Zinar Soran ya ku di 44 saliya PDKT da dabû malperên Kurdî cî girtibe hatibe deranîn. Lêkolîna Birêz Soran, hêja jî di malperên Kurdî da tê xwendin.
Eger Zebta Mehkemeyê ye û bi qerarê va ye, çewa dibe ev ifada mehkemeyê piştî salek û 2 mangan, roja ku ez Berevanîya xwe ya 31 perên daqtîloyê ji bajarê Tetwanê bi kanalê ‘Tatvan Asliye Ceza Hakimliği 52 sayı ve 25.11.1969 ê’ rê dikim dibe tarixhêjmara vê perikê? … (6)
Meriv hevçend bi belgan nalîzê! Ji dizîyê ra jî qaîde û qural hene!
Zeynelabidîn Zinar dibêje:
“Lê belê Şakir Epozdemir xwe jibîr kiriye dema gotibû Derwêşê Sado: ”Ew berevaniya te ya Dadgeha Antalyayê pir xweş bû, te tê de otonomî ji Kurdan re xwestiye…” Ev gotina mam Şakir bi şahid û dîdevan û îsbat e. “
Bi rastî PESSS!
Xwezî te ev negota û ez jî mecbûr nemama ku behsa Berevanîya mamê te Derwêş bikim. Eva 15 sal in ku ez dinivisînim û dibêjim; Rojek li Tetwanê, Feqe Hiseyn Sağnıç weke 6 per Berevanîya Derwêş dirêjî min kir ku ez bixwînim. Ya 3 ango 6 per bû. Niha ew Berevanî wê rojek derkevê hole. Derwêş bi giranî gotinên Mistefa Kemal yên ku behsa Kurdan kirîye daye pêş, nameya Mistefa Kemal ya ku ji Cemilê Çeto ra rêkiribû tê da bi cih kirîye û bereeta xwe ji mehkemeya dagirkeran xwestîye.
Li gora dîtına min, ew kesên ku ji mehkemeyên dagirkeran beraet ango efwa xwe daxaz bikin, ew 100 sayfan jî binivîsin, berevanîya wan nabe ‘Berevanîya Siyasî’. Gava te welatê xwe, ango mafê welat û miletê xwe parast, dive wisa bizanî 40 milyon Kurd li pişt te sekinîne û li te guhdarî dikin. Berevanî ne karê herkesî ye. Ji vê ra dil û ceger û ramanêke têr û tije pêwîst e.
Piştî ku ez baş dizanim berevaniya Derwêş ne siyasîye û ne têr û tije ye, ez ê bo çî jêra bêjim: “te otonomî ji Kurdan re xwestiye”. Derwêş di celsa roja 29-09-1968 di rûpela 7 û di sıra 10 yê da gotîye : “Ez neketime tû rêxistinekê. Xebera min ji Destûrê jî tine. Min alîkarî jî nekirî ye.” Tirkiya İfada Derwêşê Sado jî ev e: “Ben herhangi bir teşekküle girmedim.Tüzükten haberim yoktur. Yardımda etmedim.”
Di sıra 2yê da ez bi gotina te “Berevanîya Dîrokî” dikim. Piştî min Şemsî Arıdıcı jî berika xwe ji avê derdixe. Piştî Şemsî, Seîd Elçî mesela Kurdan ji mehkemeyê ra bi dengê bilind û xîtabeteke xurt izah dike, Derwêş di sira 10 de ye û ji berevanîyê direvê. Lê niha çi dixwezê?
Zeyenabidîn Zinar bê perwa û bê mesûliyeteke beşerî dibêje:
“Di doza PDK-Tyê ya li Antalyayê de, belgeyê herê giring, berevanîya siyasî çendî ku li ser navê Seîd Elçî, Derwêşê Sado û Şakir Epözdemirî hatîye kirin lê ev, berevanîya Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkîyê bûye …”
Her xwendevanek dikare hizir bike ku Ustad di gotinên xwe da diperpitê.
Ev Ustad bo çî Seid Elçî dike şirîkê vê dizîyê?
İfada Rehmetiyê Seid ya wê celseyê, di pirtûka navnîşan da, di pera 175ê da bi cih bu ye.
Zeynelabidîn Zinar dibêje: “Raya Giştî û Wijdana Giştî jî, rind dizanin ku ez bi xwe lêkolîn dikim û li pey esl û feslê belgeyan nabezim… “
Ev yek tê vê maneyê: Derwêş belgeyek hazir kirîye daye Ustad. Ustad jî li peyî rastîya meseleyê nebezîyaye.
Zeynelabidîn Zinar çewa dikare bêje:
… “Her weha piştî 1971 Şerefeddîn Elçî jî xwe ji partîyê dûr kir û çû kete partîyên legal ên Tirkîyê û di 1977an de ket parlemanê û piştre di APê (Edalet Partî) de bû wezîrê Avadanîyê jî.” ( mêze pera.210 yê)
Zeynelabidîn Zinar, ne tenê li peyî belgeyan, esl û astaran nabezê, ew hêşê xwe jî top nake. Merivê ku tozek hişê wî hebî, dizanê ku 11 parlamenan ji AP yê qetîyan û bi Ecevit ra hikûmet ava kirin. Tarix waha tê nivisandin? Rastî waha têne arşivkirin?
Xwuda her tiştî wê bîne ser rastîyê. Hemî heqîqet li Lewhel Mehfûz hatîye arşivkirin. Niha dengê Mistefa Beg û Derwêş Axa jî li vêderê têne parastin. Ez dizanim ku ezê wê rojê serfiraz bim. Şikir ji xwuda ra ku ez ji wé roja hesabé natirsim…
19.05.2012 – Hewlêr
Şakir Epözdemir
T Ê B İ N Î :
(1)- Mêzeke raportaja Şakir Epözdemir ku li Sersing bi Mela Hemdî ra çêkirî ye. “Malpera kovarabîr”… www.kovarabîr.com,
( 2 ) – Xwuda bike ew belge jî ne weka Belgeya ‘Berevanîya Dîrokî’ bî…
(3) – Birêz Dr. Mehmûd Osman li Navpirdan, li meqamê xwe ji min ra go:”- Roja pêşî ku Şeref û Derwêş bi cemaeta xwe va ji bo muşkila Dr. Şivan hatine vir, min daxazkir ku gazî te bikin, tû jî bejdarê vê civînê bibî. Ewan gotin: ne hevalê me ye. Min go: çewa ne hevalê we ye? We partî bi hevra ava kirî ye. Azayê Koma Navkom e, we lê şandîye Meqerê Dr. Şivan… gotin raste. Me lê şiyand lê ew sînorê ku me jê ra işaret kiribû, ew ji wî sînorî derbaz bû… “
(4) – Karar no 1971/420, Esas no: 1968/235, C.M.U No: 1968/420, Mêzeke: Tkdp 1968/235 Antalya Davası Savunması –Şakir Epözdemir – Pêri yy- 2005 – Istanbul sayfa 69-70
(5)- Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/235 Antalya Davası Savunması – Şakir Epözdemir – 2005 İstanbul pêri yy.
(6)- Di binê berevanîya min da ev şerh hey e: “‘Tatvan Asliye Ceza Hakimliği 52 sayı ve 25.11.1969 ê’ hatiye şandin yazılarıyla aynı gün ve 679 nolu taahhüt makbuzuyla Antalya Ağır Ceza Mahkemesine postalanmıştır.Ayrıca 28.11.1969/70 Tatvan mahreçli telgrafla tarafimdan sözkonusu Mahkemeye bu Savunmanın postalanmış olduğu bildirilmiştir.