Kultur

Fîlma kurdî Meş

Fîma Meş li Almanya di sînemayan de ye

Fîlma Meş li Festîvala Portakala Zêrîn li Antalya li Tirkiyê 4 xelatên sereke wergirtin û li gelek festîvalên navetewî di warên cuda de hate xelatkirin, êdî li Almanya dikeve sînemayan.

Fîlma derhênerê Kurd Shiar Abdî MEŞ, bi serlîstikvaniya Selamo û Abdullah Ado ji 24 Gulanê û pê ve li Almanya dikeve sînemayan. 

MEŞ, serpêhatî û hevaltiya di navbera dînekî û zarokan de ye, ku li bajarê Nisêbînê dijîn. Bûyer di destpêka salên 80’an de, di dema derbeya eskerî de, çêdibin. 

Ligel rêz û silavên me

 

Derhinêr Şiyar Abdî

SI FILM

www.sifilm.net

[email protected] 

Trailer 

http://www.youtube.com/watch?v=qyRqpIpSyaU&feature=related

 

Fîlma MEŞ li van bajaran dest pê dike:

Aachen,  ab 24.05.2012

Apollo

Pontstraße 141,  52062 Aachen

Tel: 0241-900-8484 

 

Berlin, ab 24.05.2012 Eiszeit Eiszeit Zeughofstr. 20, 10997 Berlin

Tel: 030 6116016 

 

Dortmund, 14.6.-20.06.2012 Sweetsixteenkino sweetSixteen-filmclub e.V.

immermannstr. 29, 44147 dortmund 

Tel. 0231- 910 66 23  

 

Dresden, 31.05- 06.06.2012 Casablanca Friedensstraße 23  01097 Dresden

Tel: 0351 8042924

 

Frankfurt 25.5.-30.5.2012  Mal Seh’n Kino e.V.

Adlerflychtstr. 6 60318 Frankfurt am Main 

Tel: 069 5970845  

 

Frankfurt 31.5.-6.6.2012 Filmforum Hoechst Volkshochschule

Sonnemannstraße 13, 60314 Frankfurt a. Main 

Tel: +49 (69) 212-71501 

 

Hamburg ab 4.6.2012

3001 Kino  Schanzenstraße 75  20357 Hamburg

Tel: 040 437679

 

Hannover 25.5.-29.5.2012 Kino im Künstlerhaus Sophienstraße 2  30159 Hannover

Tel:0511 16844732   Köln ab 31.5.2012 Filmpalette  Lübecker Straße 15  50668 Köln

Tel: 0221 122112

 

München 7.6.-10.6. Werkstattkino Fraunhoferstraße 9  80469 München

Tel:089 2607250   Nürnberg ab 24.5.2012

Filmhaus  Königstraße 93  90402 Nürnberg

Tel:0911 2315823 

 

Regensburg ab 24.5.2012

Wintergarten Andreasstraße 28  93059 Regensburg

Tel:0941 89799169

 

Saarbrücken 31.5.-6.6.2012

Filmhaus Mainzer Straße 8  66111 Saarbrücken

Tel:0681 372570 

 

 

 

MEŞ

Derhêner: Şiyar Abdî

Lîstikvan: Selamo, Abdullah Ado

Sal: 2011, 88 xulek

Production: Sel Film, Si FilmCo. Production: SoundVision

 

MEŞ, yekemîn fîlma kurdî ya sînemayê ye ku bi zimanê kurdî li Kurdistana Tirkiyê tê kişandin. 

Fîlma MEŞ di sala 2011 de Premiera xwe li Koreya Başûr di beşa Hilbijartinê de pîroz kir. 

Derhênerê fîlmê Şiyar Abdî, li festîvala fîlman bajarê Silêmaniyê li Kurdistanê Iraqê xelata baştirîn derhêner wergirt. 

Di sala 2011 de fîlm beşdarî festîvala Porteqala Zêrîn ya Navnetewî li Antalya bû û xelata baştirîn alîkarên serlîstikvanên jin û mêr wergirt, her wiha baştirîn xelata muzîkê û derhênerê hunerî stand.

Fîlm, li festîvalên weke Festîvala Fîlman li London, Roma û festîvala muzîkê ya Ubeda li Spanya, di beşê Jerry Goldsmith Award weke baştirîn fîlm beşdarî pêşbirkê bû.

MEŞ, serpêhatî û hevaltiya di navbera dînekî û zarokan de ye, ku li bajarê Nisêbînê dijîn. Bûyer di destpêka salên 80’an de, di dema derbeya eskerî de, çêdibin. 

Hevalê herî nêzîk yê serlîstikvanê fîlmê Xelîlo, Cengo ye. Cengo zarokekî 12 salî ye, ji malbateke hejar e. Rojekê dema ku li kolanan benîşt difroşe Xelîlo nas dike. Di navbera wan de hevaltî dest pê dike, hevaltiya wan her ku diçe xweştir dibe.

Xelîlo di dikanekî kevin û kavil de dijî û li pêşiya qonaxa hikûmetê diçe û tê. 

Cengo, bi demê re Xelîlo dikişne nava hevaltî û lîstikên zarokan li bin Pira Alman.  Ew di bin wê pirê de bi hev re dilîzin û demeke xweş derbas dikin.

Dema ku esker dest datînin ser welêt û derbeya eskerî çêdikin, derketina nava bajêr û kolanan tê qedexekirin, jiyana Xelîlo, zarokan û hemwelatiyan dikeve xeterê. 

Gelo di van bûyeran kî qezenc dike kî wenda dike?

 

Regisseur Statement:

Dema ku Derbeya 12 Îlonê ku di sala 1980 de li Tirkiyê çêbû, bandoreke neyênî li ser civakê çêkir.  Kesên ku herî zêde ji wê derbeya eskerî ziyan dîtin Kurd bûn. Bi sedan kes ketin zindanan, xerabtirîn şêweya êşkencekirinê dîtin, gelek jin bî man, zarok sêwî man, gelek kesên ku qet agahiya wan ji siyasetê tune bû jî, bûn qurbanên wê derbeya eskerî.

Fîlma Xelîlo, me li wan rojên tarî yên derbeyê vedigerîne û êş û bêzariya gelê Kurd, di kesayetiya lehengê fîlmê Xelîlo de, nîşanî dide. Xelîlo nimûneyeke ji civaka Kurd ku di wê salê de ligel derbeyê jiya ye. Ew xwediyê taybetmendiyeke cuda ye. Xelîlo, her çiqas nayne ziman jî, lê ew bi bêdengiya xwe derbeyê şermezar dike û li hember wê derdikeve. Bêdengiya wî hêza wî ya herî mezin e. Min xwest di bêdengiya Xelîlo de rewşa siyasî, civakî û aborî ya Kurdan bînim bir Cavan. Xelîlo xwe ji civakê bi dûr dixîne, xwe bi tenê dihêle, lê hevaltiyeke pir nêzîk bi zarokan re datîne. Bi wê hevaltiya xwe Xelîlo, hêviyên xwe yên wenda di hebûna wan zarokan de dibîne.

 

 

Back to top button