Polîtîk

25-mîn Kongreya FKKS-ê çêbû

 

 

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 19ê Gulana 2012ê de kongreya xwe ya 25-mîn li Stockholm/Hallonbergen li restoranta Didarê de li dar xist.

Di kongreyê de endamên organên FKKSê nûnerên 31 komeleyên endam, serokê rêxistina SISOSê, nûnerên hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanê û mêvan bêşdar bûn.

Di kongreyê de muhasebeya du salên xebatê hat kirin; Endamên Komîteya Karkir raporên xwe pêşkêşî kongreyê kirin, nûner li ser raporan munaqeşe kirin. Kongre organên xwe hilbijart.

Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan xebatên di navbera du kongreyan de anî zimên û li ser guharinên ku di civatê de bûne sekinî. Wê di axaftina xwe de got; dive Federasyon zêdetir giranî bide ser pirsên civakî û têkilî digel komeleyên xwe. Komeleyên me divê zêdetir karên perwerdeyî li hember bikaranîna şiddet di nav malê û civatê da, li ser mafên mirovî û demokratîyet û yeksanî bikin.

Serokê SIOSê Bijan Shafiei kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew bêşdarê Kongreya 25-mîn a FKKSê bûye. FKKS di nav Federasyonên biyanî ku endamên SISOê ne, federasyoneka çalak e û hergav kongreyên wê bi coş û heyecan derbas dibin. 

 

Berpirsê Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê Şefîk Kaya di axaftina xwe de weha got; “FKKS bi kar û xebatê, bi gelek çalakiyên hêja gihîştiiye vê rojê. Federasyon li cem hevwelatiyên herçar beşên Kurdistanê û li bal partiyên siyasî yên Kurdistanî û yên Swêdî û hemû dezgehên fermî yên Swêdê wek nûnerayetiya gelê kurd tê qebûlkirin. Federasyon bi pirrengî û bi pirrdengiya xwe, bi xebata ji bo integrasyonê, bi xebata demokratîk û nemaze bi xebata piştgiriya doza netewî ya herçar beşên Kurdistanê û di gelek warên curbecur de nimûneyek bêhempa ye.” 

 

Kongeraya 25-mîn a FKKSê di sê xalan de helwesta xwe bi vekirî diyar kir.

Kongreya 25-mîn a FKKS piştgiriya berxwedana gelê kurd li rojavaya Kurdistanê bo mafê çarenûsî diyar dike û girîng dibîne ku kurd, yekitiya xwe bipareze û xurttir bike

Kongreya 25-mîn a FKKS dîyar dike ku zimanê kurdî divê bibe zimanê fermî  û pirsa kurd bi riya aşitî çareser be.

Kongreya 25-mîn girîng dibîne ku komeleyên endam zêdetir li ser pirsên civakî  kar bikin û ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna şîddetê di nav mal û civatê de xebatên perwerdeyî bikin.  

Di Kongeraya 25-mîn de guhertineka girîng di destûrê de çêbû. Hejmara endamên Komîteya Kargêr zêde bû. Ji 7 kesan bû 9 kes. Di salê de bi kêmasî 3 civînên Komîteya Giştî pêk bînîn yek ji civîna Komîteya Giştî digel serokên komelan be.

 

Komîteya Karger a FKKSê

Şermîn Bozarslan, serok

Pirshang Twana, sekreter

Selam Ciziri, berpirsê aborî

Dr. Ershad Maruf, berpirsê komîteya têkilîyên navxwe

Jotiar Sherif, Hevkarê komîteya têkîlîyên navxwe

Mujde Seradji, berpirsê komîteya salmezin û kêmendam

Karim Suleyman, berpirsê komîteya Penaberan

Aso Salih, berpirsê komîteya ragihandin

Berzan Koçkaya, Berpirsê komîteya entegrasyon/beşdarî 

 

Endamên cîgîr:

Avîn Muhamed 

Gulan Avci  

 

Komîteya Giştî ya FKKSê

Niaz Ahmed

Lina Salih

Rojwan Yeşil

Muolud Abdulzade

Sakir Cardo Sulhav

Felemez Akad

Adil Duhoki

Zuher Berwari

Dr. Shwan Karim

Behzad Tawfiq 

Cemile Berzenci

Mahmud Muhammed -Dukane

 

Endamên cîgîr:

Mehwan Beroshki

Azad Mohamed Doski

Shawkat Saleh

 

Komîteya Rawêj a FKKSê

Ata Baneyî

Sosin Guven

Abdullah Kerim

Adibeh 

Salah

Endamê cîgîr:

Adnan Hassan

 

Komîteya Revîsor a FKKSê

Hafzallah Nerweyî

Anas Abdullah

Nejmeddin Torî

 


 

Back to top button