Serokwezîr serdana parlementoyê kir
Serokê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel cîgirê xwe Îmad Ehmed û hinek wezîrên kabîneyê serdana Parlementoya Kurdistanê kir. Ji aliyê serokê Parlementoya Kurdistanê Erselan Bayiz û cigirê serokê Parlementoyê Hesen Mihened ve hate pêşwazî kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê di derbarê serdana xwe ya Tirkiye agahdarî dan û behsa pêwendiyên navbera hukumetê û parlementoyê hatin kirin.
Nêçîrvan Barzanî behsa amadebûna wezîran di civînên parlementoyê kir û got: Hemû wezîrên hukumetê amadene ku dema parlemento bixwaze di civînan de amade bibin û ji bo her pirsiyarekî bersiv bidin. Armanc ewe ku di navbera dezgehan de hevkariyek hebê.
Herweha Barzanî got ku, divê parlemento çavderiya karê hukumetê bike. Barzanî got: Divê pêwendiyek saxlem di navbera parlementoyê û hukumetê de hebê, da ku herkes çêtir karê xwe bike. Nabê parlemento karê hukumetê û hukumet karê parlementoyê bike.
Serokê Parlementoya Kurdistanê spasiya serdan û hevkariya serokê hukumetê kir. Serokê parlementoyê daxwaz kir ku ev civînên di navbera hukumet û parlementoyê de berdewam bin.