“Berpirsa dezgehê îstixbarata PKKê li Şingalê hat kuştin“

Li gora nûçeyeka ajansa fermi ya Tirkiye AA belav kirî; Îstixbarata Tirkiye MITê li Şiongalê encama operasyonekî de Fatma Onur (Kînda Meraş) kuştiye. Li gora heman ajansê Fatma Onur di rêveberiya îstixbarata PKKê de cig digirta.
Nûçeyê de dibêje ku, Fatma Onur di salên 1990î da ji Îngilistanê tevlî rêxistinê dibe û di nava şaxa çekdarî da salên dûr û dirêj dimîne.
Fatma Onur di sala 2016an da di nava “NLP”ya şaxa îstixbaratê da wekî berpirsiyar tê wezîfedarkirin û perwerdeya îstixbaratê dide endamên rêxistinê.
Fatma Onur li Iraq û Sûrî di nava berpirsiyarên îstixbaratê da cî digirt û bi taybetî li bajarê Silêmanî û dorbera wê berpirsiyara gelek çalakiyên dijî hêzên ewlehiyê bû.
Li gor agahiyan MÎTê tesbîr kir ku Fatma Onur ji bo wezîfeyeke veşartî ji Qendîlê şandine Şengalê.