Polîtîk

Bernameya Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî

Bernameya Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî

 

 

Pirsên Çarenûsî:

Hevpeymanîya Kurdistanî dê xebatê ji bo van armancan bike:

Yekem: Daxwaza Xakê:

Ev armanc ji bo, bi cihanîna maddeya 140-ê pêkhatî ye û dê  van xalan misoger bike:

1-   Bi yekcarîya nehiştina paşmayên Erebkirinê, veguheztinê û derxistinê.

2-   Vegerandina deverên Kurdistanî – bi bajarê Kerkûkê ve – ku dê bikevin di nava herêma Kurdistanê de û dê ev prosesa han aştîyane bête encamdan.

Duyem: Daxwaza Mulkiyeta Samanan

Ev jî ji bo, bi cihanîna maddeyên 111-112-141-ê ji destûra Iraqê pêkhatî ye û dê van xalan misoger bike:

1-   Dê gelê Kurdistanê bi saman û dahatên suriştî – li gel petrolê – behremend bibe.

2-   Dê jêrxaneya aborîya Kurdistanê û binemayên niha û ayindeyê (paşeroja) xweşguzeranîya hevwelatîyan bihê vejîyandin.

Sêyem: Daxwaza hevparîya di biwarê desthilatdarîyê de û rêxistina peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta federal, ku ev jî ji berdewamkirina siyaseta rêkevtinîyê (tewafuqê) pêkhatî ye û dê evan xalan misoger bike:

1-   Jîyana bi hev re ya hemû pêkhatên coraneyên (cor bi corên) Iraqê.

2-   Serkevtina prosesa siyasî û damezrandina Iraqeka demokratîk, federal û plural.

3-   Dê hemû pêkhat bigihêjin mafên xwe.

 

Asayiş

Dê hevpeymanîya kurdistanî di warê asayişê de xebatê ji bo van armancan bike:

1- Berdestkirina asayişa hemû hevwelatîyan û paraztina wan ji hemû gef û xeteran, bê ku nasnameya wan a neteweyî, oldarî û tivêjeyî li ber çav bihê girtin.

2- Xurtkirina giyanê aştîya civakî û jîyana bi hev re, ya ku dê li ser binemayên rêzgirtina cudayîyan bihê damezrandin.

3- Paraztina serwerîya Iraqê li ser binemayên rêzgirtina serwerîya welatên cîran, aştîya cîhanî û nedestwerdana di nava kar û barên hev de.

4- Berdestkirina amîr û alavên nûjen û pêşkevtî  ji hêzên polîsan û parêzkarên asayişa hevwelatîyan re, pêşkêşkirina alîkarîyên pêdivê û rahînankirina karmendên van hêzan.

 

Azadîyên Serekî

Ji bo pêkanîna azadîyên serekîyên hevwelatîyan, dê lîsta hevpeymanîya Kurdistanî  xebatê ji bo van armancan bike:

1- Rêzgirtina hemû binemayên mafên mirov û hemû ewan azadîyên ku di nava belgenameyên navdewletî de hene, ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine pesendkirin.

2- Hemû kesek, pêkhatek û grûpeka civakî di biwarê hizra xwe, pêşkêşkirina taybetmendîyên xwe yên neteweyî û oldarî de azad in û herweha, di biwarê encamdana azadîyan de li ser bingeha paraztin û nebinpêkirina azadî û taybetmendîyên kes, pêkhat û grûpên din jî azad in.

3- Destûra Iraqê azadîya rêxistinbûna di nava partîyekê yan rêxistineka civaka sivîl de, xwenîşandanê û mangirtinê, di çarçêweyê qanûnê de daye hemû kes û grûpekê û ji wan re misoger kiriye û divê hukûmet jî, bi rêya qanûnê evan maf û azadîyan biparêze û di rûyê her kar û kirdarekê de biraweste, dema ku ew kar û kirdar evan azadîyan sînordar bikin an binpê bikin.

 

Xizmetguzarî

Yekem: Xizmetguzarîyên Serekî

1-   Ji mafê hemû hevwelatîyan e, ku sûdê ji xizmetguzarîyên avê, kehrebayê, rêyan, piran, tendiristîyê û jîngeha paqij bibînin û erkê hukûmetê ye, ku evan xizmetguzarîyan ji wan re berdest bike.

2-   Berdewambûna prosesa avakirina gundan û divê giringî ji astê jîyanê, guzeranê û kar re hebe, da ku koça ber bi bajêran ve biraweste û koça ber bi gundan ve dest pê bibe.

3-   Çareserkirina arêşeyên akincîbûnê, ku gerek di evî biwarî de yekeyên akincîbûnê û avayî bihên diristkirin, mortgaj (sulfeyên eqarî) yên demdirêj bihên dan û rê ji kerta taybetî re hebe, da ku di evî biyavî de kar bike.

Duyem: Tendiristî (Saxlemî)

1-   Pêşxistina kerta tendiristîyê, ku di evî biwarî de nexweşxaneyên bêtir û nûjen bihên avakirin, amîrên pêşkevtî bihên kirrîn, nûjdar (doktor) û karmendên evî biyavî bi awayekî zanistîyane bihên rahînankirin û ev nûjadar û karmendên han, li derveyî welat jî beşdarîyê di xolên (korsên) zanistî de bikin.

2-   Gerek xizmetguzarîyên tendiristîyê bigihêjin hemû bajêr, dever û gundên Iraqê.

3-   Gerek bazara dermanan û amîrên nûjdarî (tibbî) di biwarê kwalîte û dema berhemanîna xwe de bihê kontrolkirin.

4-   Gerek rê li bazirganîya bi endamên laşên mirovan bihê girtin û ewên ku bi evî karî radibin jî bihên sizadan.

5-   Derxistina qanûnekê ji bo rêxistina karên nexweşxaneyên ehlî û klînîkên nûjdarî (tibbî).

Sêyem: Perwerde û Xwendin

1-   Pêşxistina kerta perwerde û xwendinê, ku bi rêya demokratîzekirina sistema perwerdeyê û peywendîyên diristên navbera rêvebiran û desteya mamosta û xwendevanan dihê encamdan.  

2-   Bilindkirina astê zanistîyê programên xwendinê û berdestkirina amîr û alavên pêdivê û nûjen, ji hemû qonaxên xwendinê re.

3-   Vekirina xolên rahînanê ji hemû mamosta û karmendên perwerdeyê re û di hemû astan de.

4-   Vekirina dayingeh, baxçeyên savayan, institut û zankoyan li hemû parêzgehên Iraqê û amadekirina mamosta, karmend û hemû pêdivêyên zanistî.

5-   Gerek giringîyek taybetî ji xwendina bilind re hebe û gerek astê zanistî di evî biyavî de bilind bibe.

 

Biwarê Civakî

Geşkirina civakê hîmê bingehînê pêşkevtina siyasî û aborî ye. Ji ber evê çendê jî, dê lîsta hevpeymanîya kurdistanî kar ji bo evan armancan bike:

1-   Pêkanîna aştîya civakî, bi rêya paraztina tevna civakê, pêgeha civakê, xêzanê (ayleyê) kêmkirina cudayîyên civakî û nehiştina hemû awayên cudayî yên ku li ser bingehên neteweyî û oldarî ne.

2-   Gerek giringî ji boneyên (munasebetên) oldarî re hebe û mizgeft, perestgeh û mezarên din, bihên nûjenkirin û keresteyên avakirinê ji wan re bihên pêşkêşkirin.

3-   Qerebokirina maddî û giyanî ya kurdên Feylî, Êzdî, Şebek, Mendayî û hemû ewan pêkhatên neteweyî û oldarî yên ku di serdemên corane de bi egera nasnameya xwe, sitem li wan hatiye  kirin.

4-   Pêkanîna hemû binemayên qanûnî û praktîkî yên di bareya mafên Turkman, Aşûrî, Kildanî û Armenîyên Iraqê de û hukûmeta federal, di ber bi cihanîna ewan maddeyên destûrî de berpirsyar e.

5-   Belavkirina hişyarîya karkirinê û berdestkirina derfeta kar ji hemûyan re û ji bo nehiştina bêkarîyê jî, gerek rê ji karê kerta taybetî re bihê vekirin.

6-   Gerek giringî ji rewşa kêmendaman re hebe û giringî ji ewan kesan re jî hebe, ewên ku xwedîyên pêdivêyên taybetî ne û derfeta karkirinê ji wan re hebe û sûd jî, ji berhemên wan hebe.

7-   Gerek giringî ji pîrejin û pîremêran re hebe, misogerîyên civakî ji wan re hebin, cihên mana wan hebin û tendiristî û mirovanîya wan jî paraztî bin.

8-   Gerek misogerîyên tendiristîyê, bûyeran, pîrîtîyê, pekkevtinê (seqetîyê) dugiyanîyê (hemilbûnê) û wecaxkorîyê hebin.

9-   Diristkirina karta misogerîya bêkarîyê ji ewan kesan re, ewên ku nû ji zankoyan û institutan derçûne û ji bo ewên ku li ser kar nemane, da ku kar ji wan re bihê vedîtin.

10- Gerek giringî ji sandikayên karkir, pîşeyî û cemawerî re hebe û giringî ji rêxistinên sivîl re jî hebe. Gerek azadî û serxwebûna evan sandika û rêxistinan misoger bin, da ku bi rastî bibin benda navbera civakê û hukûmetê.

11-  Gerek giringîyek mezin ji mafên jinan re hebe û ew jî dê bi rêya xweşkirina kar û çalakîyên civakî, siyasî, aborî û rewşenbîrîyên wan pêk bihê û gerek sûd ji şiyanên wan bihê dîtin. Gerek ew  hemû qanûn jî bihên rastkirin, ewên ku sitemê li jinan  dikin û buhayên wan kêm dikin. 

12-  Gerek giringî ji genc û xortan re û ji daxwaz û berhemên wan re hebe, sûd ji şiyanên wan di gelek biyavan de bihê wergirtin, peydakirina derfetên guncayîtir da ku beşdarîyê di siyasetê de bikin û bigihêjin pêgehên biryara siyasî di nava parliyamentê, hukûmetê, dezgehên corane, sandika û rêxistinên civaka sivîl de.

13-  Gerek giringî ji werzişê (sporê) û werzişvanan re hebe û amîrên wan bihên berdestkirin. Gerek alîkarîya hemû tîp û çalakîyên werzişî bihê kirin û lîzgehên nûjen li navendên parêzgehan bihên diristkirin. Divê lîzgehên millî jî li tax û bajêrên biçûk û gundan bihên diristkirin û seyran û hevrikîyên werzişîyên li ser astê parêzgehên Iraqê û derveyî Iraqê jî bihên sazdan.

14- Divê giringî ji taybetmendîya werzişa herêma kurdistanê re, li ser astê navdewletî, Asiya û deverê hebe.

15-  Divê giringî ji wêjevan û rewşenbîran re hebe û ji tore, huner û hunermendan re hebe. Gerek rêzgirtin ji taybetmendîyên neteweyî re hebe û alîkarî ji afirandinê re hebe. Gerek giringî ji sînemayê re jî hebe û pêdivêyên wê bihên berdestkirin.

16- Divê şûnwarên kevnên Iraqê bihên paraztin û kar jî bihê kirin, da ku ew şûnwarên hatine dizîn, dîsan bihên vegerandin.

 

Aborî û Geşbûn

Ji bo ku aborîyeka geş û dewlemend hebe û di xizmeta xweşî û pêşkevtina civakê de be û li ser binemayên geşbûneka berdewam be, dê lîsta hevpeymanîya kurdistanî xebatê ji bo evan armancan bike:

Yekem: Babetên Serekî

1-   Dê giringî ji avakirina jêrxaneya aborîya welat re hebe û ew jî bi rêya geşkirina biyavên coraneyên berhemanînê, çandinê, geştevanîyê (turizmê) û pêşvebirina kerta petrolê û gazê, ku êdî pişta aborîya Iraqê nema tenê bi petrolê ve bihê girêdan.

2-   Piştevanîkirina binemayên aborîya azad, ku tê de dewlet li angora qanûna rêxistina hevrikîyê kar bike. Ji bo ku pirranîya xelkê jî sûdmend bin, xelk beşdarîyê tê de bikin û bi rêya plandanînê jî, geşbûn bihê diristkirin.

3-   Gerek rolek bêtir ji kerta taybetî re bihê dan û sûd ji şiyanên sermayedaran bihê wergirtin.

4-   Gerek piştevanîya sermayedarên niştimanî li beramber sermayedarên biyanî bihê kirin, da ku pirsa bilindkirina nirxên li bazarê bihê kontrolkirin.

5-   Bilindkirina buhayê Dînarê Iraqê li beramber buhayê Dollar û diravên dinên biyanî.

6-    Gerek tekezî li ser hebûna qanûna paraztina berhemxuran bihê kirin.

7-   Geşkirina hemû corên pîşesazîya niştimanî, ku li angora hemû astên pîşesazîyê yên mezin û navincî bin. Geşkirina projeyên biçûk, pîşesazîya temamkar, pîşesazîya komkirinê û alîkarîkirina evan alîyan, hêsankarî ji wan re bihên pêşkêşkirin û li angora qanûnê rêxistî bin.

8-   Pêşvebirin û çalakkirina sistema bankê, da ku bibe cihê bawerîya hevwelatîyan, xwedîyên pîşeyan, bazirganan, cotkaran û sermayedaran û hêsankarî û piştevanî ji karên wan re hebin.

Duyem: Çandinî

1-   Divê giringî ji kerta çandinîyê re hebe û ew jî, bi rêya diristkirina projeyên stiratecîk, avdanê, avakirina gundan, gihandina xizmetguzarîyan, dana mortgajan (sulfeyên eqarî) ji bo berhemanînê û xwedîkirina lawiran û xwedîkirina masî û tewalan çê dibe.

2-   Berdestkirina tov, gilêşê, nemamên baş (şitlên baş) alav û amîrên nûjen ji cotkaran re û ji xwedîyên terş û tewalan re. Herweha, diristkirina bingehên hilgirtinê û enbarkirina berhemên xwemalî.

3-   Gerek pirs û arêşeyên cotkaran û xwedîyên berhemên navxweyî, li angora qanûnê bihên çareserkirin û berjewendîyên wan jî bihên paraztin.

4-   Gerek giringî ji ewledarîya xurek re hebe û ev jî, bi rêya kontrolkirina corên xurekên ku dikevin nava welat de dibe.

5-   Gerek giringî ji pîşesazîya berhemên çandinîyê re hebe û ew berhemên ku dikevin çarçêweyê pîşesazîyê de – wek bacanên sor, xurme, gulberoj, zeytûn, genimeşam, tûtin û …hd – bihên paraztin.

Sêyem: Biwarê Deryayî

1-   Paraztina samanên deryayî û giringîya xwedîkirina masîyan û pîşesazîya dagirtinê (qutîkirinê) pêdivê ye.

2-   Pêşxistina benderan û berdestkirina amîrên nûjenên enbarkirina import û eksport û veguheztina wan, da ku paraztî bin.

Çarem: Geştevanî (Turizm)

1-   Divê kerta geştevanîyê giring be û qanûnek ji bo rêxistin û pêşxistina evî biyavî hebe. Ew jî ku geştevanî di herçar werzan (demsalan) jî de li herêma kurdistanê û li Iraqê hebe. Herweha, li hemû ewan parêzgehan jî hebe, ewên ku mezarên pîroz û şûnwarên kevn lê hene.

2-   Gerek sermayedarên navxweyî bihên paldan û hêsankarî bihên pêşkêşkirin û mortgaj (sulfeyên eqarî) ji ewan kompanyayan re û ji ewan hevwelatîyên Iraqî re bihên dan, ewên ku xwedîyên projeyên geştevanîyê ne. Herweha, gerek sermayedarên derve jî bihên paldan da ku beşdarîya xwe bikin.

Pêncem: Petrol û Samanên Suriştî

1-   Samanên suriştîyên wek petrolê, gazê û keresteyên xavên serzemîn û jêrzemîn, samanên gelên Iraqê ne. Pêdivê ye dahatên Iraqê ji bo pêşxistin û geşkirina parêzgehên Iraqê bin û di evê bareyê de wekhevî hebe. Gerek rêjeyek ji petrolê ji hevwelatîyan re jî bihê terxankirin û li angora qanûnekê jî bihê rêxistin.

2-   Gerek parliyamenta Iraqê qanûna petrolê û gazê pesend bike.

3-   Divê di biwarê vedîtinê, derhînanê, werivandinê û şandinê de,  giringî ji pîşesazîya petrolê re hebe û di biyavên dinên berhemanînê de jî, bi kar bihê.

 

 

 Biwarê Avê

Av yek ji arêşeyên serekîyên cîhanê ye. Lîsta hevpeymanîya kurdistanî di evî biyavî de, dê kar ji bo evan armancan bike:

1-   Divê pişkên ava Iraqê ji Dicle, Firat, Kendav û hemû ewan zê û rûbarên ku ji welatên cîran dikevin nava xaka Iraqê de paraztî bin.

2-   Gerek sikrên (avgirên) biçûk û mezin li hemû deverên Iraqê bihên avakirin.

3-   Vejîyandina hemû ewan bîr û jêderên ku rejîma berê ya herrifî wan kûr kirbû yan girtibû.

 

 

 Biwarê Jîngehê

Jîngeha cîhanê rastî gefên pîsbûnê bûye û Iraqê jî, ji ewan gefan ne dûr e. Ji ber evê yekê, dê hevpeymanîya kurdistanî kar ji bo evan armancan bike:

1-   Gerek Iraqê bi rêkevtinên navdewletîyên paraztina jîngehê ve bihê girêdan û ji bo ku jîngeh pîs nebe, qanûnek bihê danîn.

2-   Divê Iraqê ji mayinan, şûnwarên çekên kîmyayî û biyologî û hemû maddeyên ziyandar, bihê paqijkirin û palavgehên (refinerîyên) pêdivê, ji bo paqijkirina avê û cihokan jî bihên danîn.

3-   Gerek hemû çalakîyên avakirinê, pîşesazîyê û karên din, girêdayî binemayên paraztina jîngehê bin.

4-   Gerek giringî ji bernameyên keskkirina bajêran re hebe.

+ Sazkarîya Rêvebirîyê

1-   Dê kar û bizav ji bo nehiştina gendelîyê (fesadê) bihên kirin û ev gendelîya han, çûye nava hemû movikên rêvebirîya hukûmeta Iraqê.

2-    Gerek rotîn di nava dezgehên hukûmetê de nemîne û ji bo bi rêvebirina dosya û kar û barên hevwelatîyan jî, gerek sistema yekpencerîyê bi kar bihê. Herweha, gerek di evî biyavî de sûd ji teknologîya komputerê û internetê bihê wergirtin.

3-   Divê dîyardeya xwarina bertîlê nemîne, xizmîtîya nava rêvebirîyê nemîne, parvekirina di biwarê oldarî û neteweyî de nemîne, navdesteyî (wasîtekarî) di nava dam û dezgehên hukûmetê de nemîne û prensîpê kesê guncayî li cihê guncayî cihê xwe bigire.

4-   Gerek civata xizmetguzarîya şaristanî aktîv bibe.

5-   Gerek bi rêya pêşkêşkirina advansan (sulfeyan) û alîkarîyên din – ku li angora qanûnê bin – astê jîyana karmendên dewletê bihê bilindkirin. Ew qanûn û rênîşanên ku rêxistina anahîyan (muhletan) demên bêhnvedanê û geştevanîyê dikin, gerek li gel awa û şêwazên nûjenên jîyanê biguncin.

6-   Gerek yekeyên akincîbûnê (xanî) ji karmendên dewletê re bihên avakirin û firoştina wan li angora piçên (qistên) demdirêj be, da ku êdî karmendên dewletê kirêdar nebin.

7-    Gerek sistema zîndanan, sazkarîyên giştî, rêvebirîyên nexweşxaneyan û dezgehên dinên hukûmetê, bêtir di xizmeta hevwelatîyan de bin.

 

Back to top button