Bêrêziya li himber Ala Kurdistanê tawanek netewiye
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Sileymanîyê, hinek xwendevanên zaningehê ji bo bicîh anîna hinek daxwazên girêdayê xwendevaniyê dest bi xwepêşandana kirin. Di serî de piraniya xelkekê û aliyên siyasî û heta dezgehên hukumi daxwazên xwendavana maqûl dîtin û hukumeta herêma Kurdistanê ji bo vê yekê civiya û hinek biryarên ku daxwazên xwendevana pêkbînin hatin girtin.
Lê di rewşa xwepêşandana hate guhertin û xwepêşanderan dest bi şewitandina hinek nawendên partiyên siyasî û hukumî kirin. Herweha hinek avahîyên wek pirtûkxaneya şewitandin. Gelek vekirî hat xûyakirin PKK bi awayek çalak di nava xwepêşandana de cih girt û hewlek mezin da ku rêberiya xwepêşandera bi temamî bike û berê xwendevana da tundî û tujiyê. Heta hinek alîgirên PKK di derbarê rêberiya xwepêşandanan de daxûyanî belav kirin û taybetî desthilata Kurdistanê wek dijmin bi nav kirin.
Xwepêşandan gav bi gav ber bi tundî û tujiyê ve çûn ê bêrêzî li himber nirx û sembola Kurdistanşê kirin. Xwepêşanderan Ala Kurdistanê avêtin erdê û pêlêkirin û bê edebiyek mezin li himber Ala Kurdistanê kirin. Ji berî niha jî li çend deverên cuda yên Kurdistanê hêzên dakirker bê rêzî li himber Ala Kurdistanê kirîbûn. Li bakurê Kurdistanê di gelek cihan de efserên artêşa Tirka Ala Kurdistanê şewitandin û danîn erdê û li ser rêveçûn. Dema 16ê Cotmehê de herkesî dît ku, milisên Şîe li Kerkûkê cardin bêrêziyek mezin li himber ala Kurdistanê kirin.
Îrio di roja me de PKKê di xwepêşandanên Silêmaniyê de li himber Ala Kurdistanê bêrêziya herî mezin kir. Bêrêziya PKKê li dijê Ala Kurdistanê ne cara ewile. Li rojavayê Kurdistanê gelek cara çeteyên çekdarên PKKê ala Kurdistanê şewitandine û anine xwar û pêlêkirine. Tişta ku arteşa Tirk û milîsên Şîe kirîn PKK jî heman tiştê li himber nirx û sembola Kurdan dike.Lê ew dijmin û PKK “tevgerek Kurdistanî” tê nasandin.
Li vê derê helwesta xelkê Kurdistanê û bi vê yekê ve girêdayî helwesta hukumeta Kurdistanê gelekî giring e.
Gerek piştî xwepêşandana dest tundî tujiyê kirî û Ala Kurdistanê avêtin erdê, di cih de hukumet van xwepêşandana qedexe bike û ew kesên tundî tujî kirîn û taybetî yên ala Kurdistanê qetandin û avêtîn erdê bêne tesbît kirin. Tesbît kirina wan gelek hesaniye û di vê derbarê de gelek vîdeo û wene hene. Piştî ev kes bêne tesbît kirin divê dezgehên ewlehiyê wan bigrin û yên hemwelatiyê başûrê Kurdistanêbin bêne dadgeh kirin û dadgeh di derbarê wan de biryarê bide. Lê yên ku ne hemwelatiyên başûrê Kurdistanê ne ,divê di cih de ji sinorê Kurdistanê derêxin û wan dersinor bikin.
PKK tişta demekî li bakurê Kurdistanê kirî û rewşa xelkê têkbirî,îro li başûrê Kurdistanê dixwaze biceribîne. Xwendevana bi kartînin. Silêmanî kirine nawende tevgera xwe, hinek aliyên siyasî pişgiriya PKKê dikin. Armanca PKKê hilweşandina hukumeta herêma Kurdistanê ye têkbirina statûya ku îro li başûrê Kurdistanê heyî û destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê ye..
Divê vêca mejîyên zingar girtî vê yekê bibînin hêdî rê nedin ku behtir PKK li pê li rûmeta wan bike.
Gerek veca her aliyek siyasî,taybetî medya başûrê Kurdistanê yên ku xwe didin nişandan ew destkeftiyên netewî li Kurdistanê diparêzin xwe werin û siyaseta weşana xwe ya pro PKKê de li xwe mikur bêne û li himber hemû cureyên tundî tujiyê derkevin û ewên bêrêzî li himber Ala Kurdistanê kirîn teşhîr bikin û siyaseta wan aliyan ya qirêj bidin nasandin.
Eger vê yekê nekin ew mala xwe bi destê xwe xira dikin. Bê guman di vê derbarê de gelek tişt hene ku bêne gotin. Her aliyê ku bi awayekî rê dayin PKKê bi rengekî şirîkê van bûne sedemka van bûyeran û di vê derbarê de berpirsiyariya wan heye. Herweha ew medya ku bi awayekî bûyî aletê propaganda PKKê jî xwedî berpirsiyare.
Xalek din, gelo ka em berê xwe bidinê ew medya başûrê Kurdistanê ku rojana rûpelên malperên xwe bi nûçeyên PKKê, HDPê û dezgehên girêdayî PKKê dixemilînin , dê li himber van xwepêşandana û bê rêziya li himber Ala Kurdistanê hatî kirin çi bikin. Gelo dê daxûyaniyên HDP û Demirtaş ku vê tundî tujiyê û bêrêziya li himber Ala Kurdistanê biweşînin yan na? Gelo dê peyamnêrên wan li Diyarbekir vê pirsê ji berpirsên HDPê bikin? Wê bikaribin ji Sancar û Buldan vê pirsê bipirsîn dîtina wan ji raya giştî ya Kurdistanê re eşkere bikin?
Ev tişt tên gotin ji ber ku her aliyek siyasî,her dezgehek medyayî ku li himber siyaseta PKKê ya dijê Kurdewariyê tolerans nişandayî,li başûr PKK aniye vê radeye û mixabin îro PKK bûye tehdita herî mezin li ser serweriya herêma Kurdistanê.
25.11.2021
Nêrîn / Şirove