CivakRojev

Al û Niştiman di bazineya azadiya me de ye û ne hedê kesê ye destdirêjî li ser bike..

Nivîskar û siyasetmedar Azad Cindiyanî, teqez dike ti kes hedê wî nîne destdirêjiyê bike ser Ala Kurdistanê û azadiya kesî li wî sînorî bi dawî tê ku azadiya me bê binpê kirin. Herwaha daxwaz jî kir dozgerê giştî ji bo berevanî kirina li mafên me bikeve ser xetê.

Siyasetmedar Azad Cindiyanî derbarê sivikatî û heqaretên li ser Ala Kurdistanê di tora xwe ya civakî facebookê de amaje bi wê yekê kir ku: Ala Kurdistanê ya min e, Kurdistan niştimanê min e, ya wan hemû kesane ku ya xwe dibîne û ya xwe dizane. Hemû ew kesên ku tif dikin niştiman û heqaretê bi Alê dikin û dixin binpiyan, divê wê rastiyê bizanin, ji ber wan herdu sembolan ên xwe nabînin, divê bizanibin jî nikarin destdirêjiyê li ser bikin.’’

Herwaha got: Ew ne azadî ye, ji ber Al û niştiman di bazineya azadiya me de heye û azadiya wan a takekesî li wî cîhî bi dawî dibe ku destverdanê li bazineya azadiya me dikin.

Azad Cindiyanî bang li dozgerê giştî kir û got: ‘’Dozgerên giştî li kuderê ne? Em kesên ku xwedî niştiman û Alê, êrîş û destdirêjî li ser azadiya me pêkhatiye. Ji bo çi berevaniyê li azadiya me jî nakin? Tîka dikim azadiya me ya bi milyonan nekin qurbana siyaseta tirsê.’’

Back to top button