Cîhan

Berendamê parlementoya Ewropa Kurdu Baksî

AGAHDARI LI SER DENGDANEN YEKITIYA EWRUPA  JI BO MEDIA KURD!

LISTA PARTIYA JINGEH (MILJÖPARTIET) DI HILBIJARTINEN YEKITIYA EWRUPA DE!
 
Hevalen heja!
 
Li Ewrupa 3 milyon Kurd dijin le mixabin yek Kurd li Parlamentoya Ewrupa da tune ye.
 
Wan rojan dengdanen ji bo Parlamana Ewrupa dest pekir in û her kes li seransere Swêd û li 27 dewleten ditir e Ewrupa de dikare denge xwe bes bi nasname (Idenditetskort) bide. Vereqe dengdane ji ne pewist e.
 
 5 Kurd li Swêd xwe xistine namzet.  Le cihe heri blind  li nav namzeten Kurdan de e im. Imkana min kû ez dengdana Yekitiya Ewrupa  qezenc bikim gelekin. 
 
Ez dixwazim xwe bidim naskirin. sala 1965 li Batman e hatime dinyaye.

Sala 1980 hatime Swêd. Sala 1989 de besa idariyet och siyaset li Universita Stockholm qedandi ye û herwisa rojnemananti xwendi ye.

30 sal e kare rojnemevantiye dikim û li rojnamen Swêdi heri mezin de nivisinim. Heta niha 7 pirtuken min li dinya ye belavkiriye. Pirtuka mina dawî “Hevale min Stieg Larsson” bi 10 zimani li 22 welatan cap bûye û gelek li Emeriqa hat firotandin.

Bi Ingilizi, Ispanî, Frensizi, Swêdi, Kurdî û Tirki zanim.

Sala 2000 Xelata Asitiye ya serokwezire bere ya Swêd, Olof Palme, wergirt. Herwisa heta niha 8 xelaten di ware rojnemevanati, kulturi û asitiyiye de li Swêd dane min.

Aniha mesela Kurdi li Bakûr, Basûr, Rojhila û Rojava germ e. Pewistiya me diplomat, lobiist och siyasetmederan kû dikarin di qada navnetewi ji bo Kurdan kar bikin pewist e. Ji ber kû gelek ziman dizanim û danustanen min navnetewi gelekin bawerdikim kû ez dikarim kareki bas ji bo netewen be dewlet, nixasim ji bo Kurdan û entegrasyona penabiran li Ewûpa bikim.

Ew Kurden kû bixwazin dikarin  ser listeya Miljöpartiet, hejmar 8. isaret deynin.
 
Dive Kurdeki li parlamentoya Ewrupa de sala 2014 de hebe

Back to top button