Civak

Berê vî generalî dan girtigehê

Di çerçova doza Balyozê de generalek gelek girîng îro ji aliyê dadgeha Stanbulê ve hate girtin. Wek tê zanîn di çerçova doza Balyozê de doh hinek generalên li ser kar çûn dadgehê û êfada xwe dan. Lê serokê Akademiya cengê ya leşkerî orgeneral Bilgin Balanli, nexweşiya xwe kir sedem û neçû dadgehê.

Îro orgeneral  Bilgin Balanli, serokê Akademiya cengê ya leşkerî li Satnbulê li ser daxwaziya dozerê Satanbulê çû êfada xwe da û dozer bi daxwaza girtinê ew rêkir dadgehê. Di dadgehê de piştî darizandinek dirêj biryara girtina Generalê girîng hate dayîn û ew rêkirin girtigehê.

Back to top button