Şahjina Kurd Rewşen Bedirxan (11.07.1909 Qeyserî – 01.06.1992 Banyas)

 

Berî ku mirov li ser jiyana rewşenbîra Kurd Rewşen Bedirxan de binvîse pêwîste mirov agahdarî dîrokê be û pêvajoya siyasiya wê serdemê baş bizanibe. Ji bo vê yekê jî berî ku di derbarê jiyana rewşenbîra Kurd binivîsim, dixwazim piçek behsa pêvajoya siyasiya wê serdemê û rewşa malbata Rewşen Bedirxan bikim.

 

 

Wekî ku tê zanîn piştî têkçûna serhildana Mîr Bedirxan û Mîrektiya Botan malbata Bedirxaniyan li gelek deverên cîhanî hatin belavkirin. Beşeke girîngê vê malbatê jî li Stenbol bi cîh bûbû û her wiha di nava dewleta Imparatoriya Osmanî de gihatibûn asteka herî bilind. Yek ji van kesatiyên vê malbata Kurd jî Salih Bedirxane ku ji ber hinek hoyên siyasî ew xistine girtîgehê. Piştî ku imparatorê wê serdemê Sultan Ebdulhemîdê Osmanî li sala 1908 an de têk diçe û bi hatina Sultan Reşad, hîn bêtir rewşa azadiyê berev pêş ve diçe û lêborîn ji girtiyan re derdikeve. Di wê demê de Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Bi wê lêborînê re ew ji girtîgehê û girtina bi berdewamî rizgar dibe û lê mixabin wî nefiyî bajarê Qeyseriyê dikin.

 

Li roja 11ê meha Tîrmeha sala 1909 an de Sultan Reşad bi awayeke fermî desthilatê bi dest dixe. Li wê rojê de Xwedê keçek dide Salih Bedirxan. Ew keç bi xwe jî Rewşen Bedirxan e. Piştî ku du salên Rewşenê li Qeyseriyê qediyan, Bedirxaniyên li Stenbolê dîsa têne nefîkirin, Salih Bedirxan jî ji Stenbolê nefiyî bajarê Şamê dibe. 

 

Daxwaza wî ya yekemîn, di jiyanê de hişyar kirin û bi pêşxistina netewê wî ye. Ji bo vê yekê jî ew bê westan, şev û roj kar dikir. Her wiha Salih Bedirxan li rojname û kovaran de gelek nivîs di vî warî de weşandiye.

 

Salih Bedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendekî bê kar dimîne. Di vê navberê de şerê Cîhanê yê Yekemîn derdikeve û mercên jiyanê pir dijwar dibin. Ji bêçarî berê xwe dide kar û li girtîgeha Keleha Şamê kar dike. Lê mixabin bi êşa tîfoyê dikeve û li 30 ê Adara 1915, an de koça dawî dike. Di wê demê de temenê Rewşenê negihiştiye şeş salan. Piştî mirina Salih Bedirxan dayika Rewşenê Samiya Xanim jê re hem dibe bav û hem jî dibe dayik. 

 

Rewşen Bedirxan di dema ku malbata wê li nefiyê bû li sala 11.07.1909 an de li bajarê Qeyseriyê li Enedola Navîn ji dayik bûye, Dayika wê Samiye Xanima keça Bedrî paşayê kurê Mîr Bedirxan e. Bavê wê Salih Bedirxanê kurê Mehmudê Salihê birayê Mîr Bedirxane. 

 

Rewşen xanim piştî dû salan li Qeyserî dimîne û ew ji wir jî diçin Stenbolê û li wir çar salan derbas dikin. Li sala 1913 an de Bedirxanî, ji Stenbolê û Tirkiyê hatine nefîkirin û ew belavî Rojhilatanavîn û Efrîqayê bûne, bi taybet li welatên Misir, Lîbya, Suriye û Lûbnanê bûne. Bavê Rewşen Bedirxan, Salih Bedirxan jî li Şamê, taxa Salihiyê bi cîh buye.

 

Rewşen Bedirxan li Şamê dibistana Tereqiyê dest bi xwendina seretayî kiriye û paşê sê salan li xwendingeha mamostetiyê xwendiye û li sala 1925 an de li Şamê qonaxa seretayiyê de buye mamostayê zimanê Erebî. Paşê du salan zimanê Tirkî û sê salan zimanê Fransî û Ingilîzî xwendiye û her wiha fêrî van zimanan jî bûye. Li heman demî de li bajarê Kereka Urdunê ku li wê demê Urdûn û Suriye yek dewlet bûn, buye mamosteyê van zimanan. Ew sê salan li Urdûnê maye, di sala 1928 an de dîsa vegeriyaye Şamê û li Şamê mamostetiya xwe heta sala 1935 an berdewam kiriye. Piştî wan salan, ew heta salên 1964 an wekî birêvebirê xwendingehan karê xwe domandiye.

 

Rewşen Bedirxan du caran zewac kiriye; Cara yekem di sala 1929 an bi xortekî Erebê Suriyê yê bi navê Omer Malik, re dizewice û keçeka wan bi navê Useyma tê dinyayê. Piştî çendîn salan ji Omer Malik vediqete û dawiya zewacê tîne. Lê keça wan Useyma heta zewaca xwe ya li gel Zihêrê Alî Axa Zilfo re li gel dayika xwe jiyaye û sê keçen wê yên bi navê Şêrîn, Nesrîn û Rewşen hene û ew li Qahîrê dijîn.

 

Li sala 1929 an de Mîr Celadet Bedirxan ji Ewrûpa vedigere Şamê li wir Rewşenxan nas dike û piştî serhildana Agirî û weşandina Kovara Hawarê, Rewşenxan cara duyan li sala 22.2.1935 an de li gel Mîr Celadet Bedirxan dizewice ku Mîr pismamê dayika wê ye. Ji vê zewacê jî du zarokên wan bi navê Sînemxan û Cemşîd têne dinyayê. Her wiha du zarokên Sînemxan Bedirxan û hevjîna wê Selah Sadaallah bi navê Dilnaz û Azad heye. Dîsa Cemşîd Bedirxan jî bi navê Kurd û Evîn xwedî dû zarokane.

 

Li sala 1934 an de li Suriyê dibe endama Komeleya Yekîtiya Jinan. Li sala 1944 an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongra Jinên Cîhanê dibe. Li sala 1957’an de li Yûnanîstanê kongreya dijî – (Kolonyalizm) Dagirgirtî tê li darxistin û di nava 6 hilbijêrderên Kurd ku pêwîste beşdarî kongreyê bibin, bi tenê Rewşen Bedirxan li gel ala Kurdistanê beşdar dibe. Li heman kongreyê de tevî ku astengiyên yek ji damezrînerên Beesê Mîşel Aflaq ku ji bo wê derdixin ew ranaweste û li ser navê Kurdistanê beşdar dibe. Her wiha yekemîn car ala Kurdistanê li kongreyeke navnetewî de li wir bilind dike. Ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî dagirkeriya Fransa rawestiya ye. Piştgiriya gelê Filîstînê kiriye. Wê gelek nivîs û gotaran li vê derbarê de li kovarên Erebî û Kurdî de weşandiye.

 

Jiyana Wê Ya Rewşenbîrî; Jiyana Rewşen Bedirxan neynoka jîn û danûstandina Mîr Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bûye. Ew xeleka gihandina dîroka miletê xwe ya kevin û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ku bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kirine, jiyana wê jî ne kêmî jiyana bav û kalên wê bûye. Bi taybet piştî koçkirina hevjînê wê Celadet Bedirxan di warê dijwarî û zehmetiyan de.

 

Wekî ku tê zanîn, li pişt her mêrekî mezin de jinek mezin heye. Belê Rewşenxan jî piştgira herî mezina mîr Celadet Bedirxan bûye. Bi taybet di warê amadekirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bûye. Li gel van piştgiriyan jî ew nivîskarek ji kovara Hawarê bûye. Rewşen Xanim li hejmara 27 ê kovara Hawarê de, nivîsek xwe ya bi navê (Kebanî û Mamoste) de wiha dinivîse: (Mêrên ku qedera miletan di destê xwe de digrin, vê hêzê ji destên jinan werdigrin. Ji lewre metelokê gotiye: ‘Kurmê şîrî heta pîrî’). Rewşen Bedirxan karê jina Kurd ne bi tenê wek karê mal û xwedîkirina zarokan de dibîne, li ba wê karê jinan ê giring li dijî nezaniyê şer kirin û baş perwerde kirina zarokane.

 

Bêguman di vê xebata perwerdeyî de rolê welatperweriyê jî ji bîr nake û ew li nav civata Kurd de bi dengekî bilind û zelal wiha bang dike: (Xwehên min ên delal, her wekî hûn jî dizanin derdê miletê me yê mezin û xedar nezanîne. Nezanî nexweşiyeke û dermanê wê zanîne. Netewên xwedî hikumet û rêkxistî vê nexweşiyê di nexweşxaneyên taybet de derman dikin û ji wan nexweşxaneyan re dibêjin xwendingeh. Mamoste pizîşkên wan nexweşxaneyane).

 

Em dikarin bibêjin ku Rewşen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakvaneke hêja buye. Rewşen Bedirxan di gotarek xwe ya di hejmara 28 an a Kovara Hawarê ya bi navê (Jin Û Bextiyariya Malê) de wiha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ku rehetî û xweşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wisa ye. Aramî û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê re ye. Kincên belengazan hene ku aramî û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêtir û çêtir tê de biryar digirin û bi rihetî cih dibînin). Rewşen Bedirxan dixwaze vê yekê bi jina Kurd bide fahmkirin: xweşî û bextiyarî ne pere û qesr û qonax in; belê xweşî ew e gotina xweş, danûstandin, kar û xebata ku mirov ji milet û welatê xwe re bike. Xweşiya jiyanê ya bi peran diqede lê xweşiya jiyanê a welatperwerî û zanînê naqede. 

 

Rewşen Xanimê di sala 1956 an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hişyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Rewşenxan bi bîhnfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi ser diket. 

 

Ji derveyî nivîsîna bi zimanê Kurdî, Rewşen Xanimê bi zimanê Erebî jî gelek nivîsar li ser Kurdan belav kiriye. Rewşen Bedirxan di sala 1971 an de beşdarî Kongreya Sêyemîn ya Yekîtiya Afretan Kurdistanê (li başûrê Kurdistanê) bû û bi piştgiriya xwe serketina wan parast. Di heman salê de rûmeta endametiya Kora Zanyariya Kurd wergirt û di wê demê de li ser daxwaza Korê Zanyariya Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo komkirin û civandina destnivîs û pirtûkên ku di arşîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ku li ser Kurdan hatine weşandin bêne civandin û ji Kora Zanyariya Kurd re bêne rêkirin bû. Bi rastî jî hêjayî gotinêye ku ew di vî karê xwe de bi zanebûn û bi bêdengî biserket. Li sala 1972 an de mala xwe ji Şamê barkir bajarê Banyasê, li ber keraxa Deryaya Spî û li wir xaniyek ji xwe re kirê kir û heta roja dawiya temenê xwe li wir jiyaye.

 

Rewşen Bedirxan zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Fransî û Ingilîzî dizanibû û bi piranî nivîsên xwe bi zimanê Kurdî û Erebî û Tirkî dinivîsand.

 

Peyama dawiya Rewşen Xanim ya li ser doşeka koçkirinê de, ji bo gelê Kurd eve bûye (Kurên min dema em hebûn, hûn negihiştî bûn; îro hûn gihiştî ne; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hez bikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, belav nebin).

 

Rewşenxan dîsa di derbarê giringiya yêkitiya Kurd de li ser pirsekê di derbarê hilbijartinên başûrê Kurdistanê de ji bo rojnamevaneke Kurd wiha dibêje: (Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te). Eve ye Rewşen Bedirxan, ku her dem wekî bav û kalên xwe êşa netewê xwe dikişand û qet ji bîr nedikir. Wê mezinahî û asaleta xwe ji stûnên ebedî bê dawiya Birca Belek, ronahiya xwe ji tîrêjên Xwendingeha Sor, û rewşenbîriya xwe ji kaniyên Cizîrî, Xanî û Mîrê hemdemî Mîr Celadet wergirtibû.

 

Piştî ku Rewşen Bedirxan li roja 01.06.1992 an li qerexên Deryaya Spî ya bajarê Banyasê xatirê xwe ji gelê Kurd xwest û koça dawî kir, li ser daxwaza wê ew ji bajarê Banyasê anîn bajarê Şamê. Piştî ku li mizgefta Hemo Leyla li Taxa Kurdan li ser cendekên wê çendîn rekaat mêj hate kirin, rêwresmên veşartinê bi beşdariya gelek ji dost û nasên malbata Bedirxaniyan, nivîskar, rewşenbîr û gelê Kurd li tenişt hevjîn û mamosteyê wê Mîr Celadet û bapîrê wê Mîr Bedirxan Beg li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hate veşartin. 

 

Hêjayî gotinêye ku li Suriyê yekemcar jin, li rêwresmên oxirkirina Rewşen Bedirxanê de beşdarî rêwresmên goristanê bune û jinan jî karîne êdî seredana goristanê bikin bi duayên xwe tevlî oxirkirina hezkirên xwe bikin.

 

Berhemên wê yên çapkirî

 

Rewşenxan li navbera salên 1925 – 1926 an de, dijî dagirkeriya Fransiyan bi nivîsên xwe rawestiya ye û bi taybetî li rojnameyên Filistînî û kovara Munîrva ya Lûbnanî de nivîsandiye.

Li navbera salên 1926 – 1973 an de, gotar ji kovara El Hurriye re nivîsandiye. Disa li navbera salên 1958 – 1959 an de, çîrokên zarokan li radyo ya Sûriyê de belav kiriye.

 

1. Bîranînên Jinekê, werger, ji zimanê Tirkî bo Erebî, 1951 li Şamê çap bûye.

2. Xeramî We Alamî, werger, (çîrok) ji Tirkî bo Erebî 1953. Li Şamê çap bûye

3. Bîranînên Mamosteyekî (sê pirtûk), werger, ji Tirkî bo Erebî 1954 li Şamê çap bûye.

4. Rûpelên ji Toreya Kurdî 1954.

5. Nama Gelê Kurd (helbest-Goran) ji Kurdî bo Erebî 1954- ji ber rewşa siyasî navê xwe li ser vê pertûkê nenivîsiye.

6. Name ji Mustefa Kemal Paşa re (Mîr Celadet bi zimanê Tirkî nivîsandibû) werger ji Tirkî bo Erebî li Şamê çap bûye.

7. Bîranînên Min – Salih Bedirxan – werger ji Tirkî bo Erebî.

8. El-red Ele El- Kosmopolîtiye, Mehmûd Şîniwî, werger (ji ber hin sedemên siyasî navê xwe li ser vê pirtûkê nenivîsiye).

9. Evîna min û Jana min: Ev pirtûk jî, ji zimanê Tirkî wergerandiye bo zimanê Erebî û li Şamê çap kiriye.

10. Çend Rûpel Ji Wêjeya Kurdî: Ev pirtûk di sala 1954 an de çap kiriye wek wefadarî ji bo bîranîna Mîr Celadet Bedirxan e.

11. Doza Kurdî: ji zimanê Tirkî wergerandiye bo zimanê Erebî û di sala 1990 de Şamê çap kiriye.

12. Giramêra Zimanê Kurdî: Ya Mîr Celadet û Roger Lescot e, ji Fransî hatiye wergerandin bo zimanê Erebî û di sala 1990 de, li Şamê çapkiriye. 

 

 

 

Pirtûkên Wê Yên Wendabûyî

 

1. Bîranînên jinekê (Beşê duyemîn). 

2. Bavê min Abdulhemîd – nivîsa Eyşe keça Sultan Ebdulhemîde.

3. Bîranînên min. Destnivîse.

 

Têbinî: Ew zanyariyên li vê Kurtejiyanê, ji keça Rewşen Bedirxan, Sînemxan Mîr Celadet Bedirxan hatine wergirtin.

Wêne: Ji arşîva Sînemxan Mîr Celadet Bedirxan Belge1: Bawernameya Rewşen Bedirxan 00.07.1957 ji hikumeta Suriye, Belge2 Dawetnameya Welatê Yunan 22.11.1957

 

 

A: Mîrhac Mistefa

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: