Polîtîk

Her du serokwezîrên berê yê Kurdistanê û yê Brîtaniyayê hatin ba hev

Hewlêr: Îro li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) digele John Major serokwezîrê berê yê Brîtaniyayê û dostê nêzîkê gelê kurd civiya.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li heber  serdana serokwezîrê berê yê Brîtaniyayê bo Kurdistanê diyar kir û rola wî di parastina gelê kurd de bilind nirxand.

 Cîgirê serokê PDKê got ku rola John Major di derxistina wê biyara biwêr û dîrokiya piştî koça milyoniya gelê kurd a sala 1991ê de ji aliyê civaka nevdewletî ve ji bo parastina xelkê Kurdistanê ji êrîşên hovaneyên rijêma diktatotra wê demê, roleke serkî bû û ”ew biryar hokarekê giring bû ku herêma Kurdistanê bigihîje vê qonaxa îro tê de ye ku gelê Kurdistanê bi azadî û aramî bijît.”

Ji aliyê xwe ve John Major serokwezîrê berê yê Brîtaniyayê careke din, ji  bo vê serdana bo herêma Kurdistanê ku ji nêzîk ve haydarî rewşa abûrî, civakî û kulturiya herêma Kurdistanê bibe, kêfxweşiya xwe diyar kir û got:

–         Raste ew biryar ji bo parastina herêma Kurdistanê giring bû, lê we  bixwe karî pêşeroja xwe misoger bikin û piştevaniya civaja navdewletî bidestve bînin. Ji ber vê yekê ez gekek kêxweş im ku dibîn im herêma Kurdistanê bi lezgînî gavan ber bi pêşkeftin ve diavêje.

Her di vê dîdarê de behsa têkeliyên dêrînên navbera herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê hate kirin û bal kişandin ser rola Brîtaniyayê ku her piştî serhildana gelê kurd di sala 1991ê de, bi berdewamî têkeliyên Brîtaniya digel herêma Kurdistanê di sewyeyeke baş de ne û vekirina konsolxaneya brtanî li Hewlêrê nîşaneyeke din ya têkeliyên domdirêj e.

Serokwezîrê berê yê Brîtaniyayê got ku herêma Kurdistanê herêmeke aram û bi îstîqrar e, ji bona pêşxistina têkeliyên siyasî, abûrî û bazirganî digel civaka navdewletî bi giştî û Brîtaniyayê bi taybetê zemîneyekî xweş heye.

Nêçîrvan Barzanî jî got ku têkeliyên herêma Kurdistanê digele civaka navdewletî û bi taybetî digel Brîtaniyayê di qonaxeke baş dene û  di gelek waran de dikare ew têkelî hêşta pêşde biçin, bi taybetî şirket û kompaniyên biyanî û navdewletî di karin herêma Kurdistanê weke deriyê derbasbûna bo nav bazarê Îraqê bikarbîn in.

Back to top button