Nivîsar

Baweriyê li dewletên dagirker neynin

Bûyera di nav PKK ê û PDKÎ da şerekî ku nayê qebulkirin pêk hat ! Mixabin du pêşmerge şehîd ketin.Bûyer bilez û bez belav bû, milletê Kurd gelekî xemgîn bû, lê li gel vê bûyerê jî milet hate kelecanê û ji her serîkî dengek derket, kes nefikirî encama peyva min here li kû bisekine .Di van rojên zêrîn de, di pêvajoya serxwebûna başûrê Kurdistanê kû heman dewlet û serokwezîr piştgirîya Kurdan dike û kêf û seyrana serxwebûnê de kesek nefikirî ku em hinek xwînsarbin û arambin .Em zirarê nedin pêvajoyê u nebin sedema birakujîyê xwînê li xwe sarbikin û bi tendurîstî bifikirin, bi salane ku dewletê dagirker dixwazin qira Kurda were u çi ji destê wan tê dikin, Kurd vêna ji bîr dikin ku run li ser nanê wan didin û daxwaza wan bi cih dikin bi tevgera xwe.Birakujî tu fêdê li me nake Tirk , Ereb û fars yekin di encamêde dijmin e, em enerjîya xwe bi tendurîstî xerç bikin û bifikirin emê bighijin armanca xwe, lê Kurd gelekî xwîngermin û zu tênê kelecanê.ÇİRİSKA AGİR BİPEKE EM JÎ PİF DİKİN û xwînê li xwe germ dikin, ev jî dibe encamek ku zêdetir mejî lihevkevin u şiloyî bibe.Bi diyalox û dain u sitendia Kurda ewê peyva Osmanîya puç bike ku gotibû dev ji Kurda berdin ew bi xwe ji hev re nabin.Bila tu kesek bawerîya xwe bi dewletên dagirker neyne û bawer nebe , encex em bi derdê hev zanin û dibin dermanê hev, daxwaz û xwestekê kurdan Kurdistanek serbixwe û azade, roja derbasbûyîna pêşmergan ji bakurê Kurdistanê miletê Kurd biryara xwe da û got em Kurdin, em biran e, dayika bang dikir digotin de herin oxira we ya xêrê be, xwe zu bighinin birayê xwe ew roj nayê ji bîr kirin.Îro jî serxwebûna Kurdistanê li holê ye u gihîştîye asteke bilind, em jî piştgirîyê bidin u zutirîn nanokîyê di nav xwe de çareser bikin,.Cardî em vî şerî şermezar dikin û xwîna Kurda li Kurda helal nabe herame.Zînê Amedî26. 6. 20015

Back to top button