Civak

DAÎŞ li Kurdistanê têk diçe

Hemû awayê tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê eniya rojavayê Dîcle ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên ser bi Fermandehiya Zêrevanî û bi hevahengî ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, hatiye qutkirin, herwiha çeper û navendên wan bi tundî hatine bombebarankirin.Berpirsê Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, Muqedem Dilşad Mewlud ji malpera KDP.info re ragihand: “Seat 6:30 êvarî li nêzîkî kargeha xazê ku dikeve bakurê gundê Aşiq li eniya rojavayê Dîcle, otomobîleke terorîstên DAIŞê ku doşkeyek li ser bû, kirin armanca xwe û agir pê ket û ew hemû terorîstên ku di nav de bûn, hatin kuştin.”Dilşad wiha got: “Lêdana navend û çeperên DAIŞê li ser bingeha agahiyên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî bûye.”Muqedem Dilşad Mewlud wiha domand: “Di çend rojên borî de, hemû awayê tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê eniya rojavayê Dîcle ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên ser bi Fermandehiya Zêrevanî û bi hevahengî ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, hatiye qutkirin.”Dilşad ragihand: “Heta niha gellek termên wan terorîstan li cih mane, ku di encama lêdana balafiran de hatine kuştin.”

Back to top button