Batman Petrolsporê bi zimanê Kurdî danasîna cilên xwe kir
Li Bakurê Kurdistanê karanina zimanê Kurdî gelek astan de têkaranîn. Li himber gelek astengên nijadperestî de li hinek dezgehên sivîl hêdî hêdî zimanê Kurdî bi kartînin. Ev yek ji bo ziman gelekî girînge. Ji ber ku demekî li bakurê Kurdistanê kiset kirin û bi karanina zimanê kurdî gelekî qels bû.
Piştî Amed û Wan sporê Batman Petrol spor jî danasîna Formên(Cilên) xwe bi vîdeokî bi zimanê Kurdî kirin. Vîdeo di medya civakî de gelekî hate ecibandin.
Vîdyoya danasînê ya ku li ser hesabên medyaya civakî yên yaneyê hat weşandin di demek kin de gihîşt temaşevanek berfireh. Vîdeo bi strana “Batman e Batman e” hat nasandin.
Berdevkê Batman Patrolsporê Cemal Kaya der barê klîba danasîna kirasê ku bi kurdî hatiye çêkirin de jî wiha got: “Em wek Batman Petrolspor klûbeke ku girîngiyê dide nirxên çandî û dînamîkên herêmî. Piştî Amedspor û Vansporê danasîna bi kurdî nîşaneya vê nêzîkatiyê ye.” Eleqeya zêde ya klîba me ya li ser medyaya civakî di heman demê de gaveke rast e.” “Ev nîşana serkeftina me ye.”