Cîhan
Di operasyonekî de 15 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li gel hêzên Îraqî li dijî serkirdeyên DAIŞê operasyoneke hevbeş pêkanîne.
Li gora daxûyaniya CENTOMê di operasyona hevbeş de 15 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin. Herweha di heman operasyonê de 7 serbaz jî bi sivikahî birîndar bûne.
CENTCOMê destnîşan kir ku operasyon li “rojavayê Îraqê” hatiye kirin lê cih diyar nekir.