Civak
Li Amedê şerê çekdarî: 2 mirî 3 birîndar
Li navçeya Çinarê ya Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Xitmîran a navçeye ji ber sedemeke nediyar di navbera du malbatan de niqaşa derketî bû şerek çekdarî.
Di şer de M.M.D, M.A.D, E.E.D, E.Ü.D. û E.D.D. birîndar bû.
Ji birîndarên ku bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr, Mehmet Mustafa Deger û Muhammed Akîn Deger jiyana xwe ji dest dan.
Di derbarê bûyerê û ji bo girtina kujeran lêgerînê destpşkir.