Civak

Di rewrisma 30ê Tebaxê de sekna wî bû sedemê berteka!

Li Tirkiye 30ê Tebaxê wek cejna serkeftiê tê pîrozkirin. Li gora îdeolojiya dewletê ya fermî, 30 tebax a 1922ê di şerekî di fermandariya Ataturk de serkeftin destve anine û ew roj wek roja ku, di serokatiya Mustafa kemal de tekoşîna rizgarkirina Tirkiye hatiye qebûl kirin.

Ji dîroka cumhuriyetê hirve ev roj wek cejna serkeftinê tê pîroz kirin. Lê dema AK Partî hatî ser desthilatê biçekî pîrozkirina van cejna sist kirin. Lê AK Partî cardin van salên dawî de destpêkir ki pîrozkirina van rojan wek berê şidandiye.

Wek her bajar û navçeyî de 30ê Tebaxê li navçeya Paloya Elezîzê jî hate pîrozkirin. Li gora protokolê gerek walî,Kaymeqam, fernadarên leşkerî di protokolê de cih bigrin û huzura Ataturk de li ber peykerê wî rêzgirtinê bikin.

Hilbijartinê herêmî de neviyê Şêx Seîd ji AK Partiyê veqeta û di Partiya Refahê de bû berbijêrê şeredariya Paloyê û serkeft. Faruk Septîoglu serokê şeredariya Paloyê di rewrisma pîrozbahiyên cejna serkeftinê de amade nebû. Dewsa xwe cîgirê xwe Axa Yilmaz rêkir da ku tevlî rewrismê bibe. Dema rêzgirtinê li himber peykerê Ataturk Axa Yilmaz destê xwe da pişta xwe ê welê sekinî. Ev yek di medya Tirki de bû sedemê rexneye û gelek bertek hate nîşandan.

Wek din ne aliyên fermî ne jî partiyên siyasî heta niha tu daxûyanî nedane.

Back to top button