CivakRojev

Baroya Diyarbekir êrîşa Tirkiye li ser başûrê Kurdistanê şermezar dike

Baroya Diyarbekirê di derbarê êrîşa artêşa Tirkiye li himber xelkên sivîl li ser sinorê Zaxo daxûyaniytek ragihand. Baroyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê de dibêje: “Li herêma Kurdistana Federel li qeza Zaxo, encama bombebarana artêşa Tirkiye zarok jî di nav de gelek sivîla jiyana xwe ji dest daye.Wek ku li Roboskî rûdayî, dema behs Kurd bin huquqa mirovatiyê bê biha dimîne.Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji destdayîn re û ji Kurdistanê re dixwazin.”

Baroya Diyarbekir berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: “Baroya Diyarbekirê ji bo eşkerekin û cezakirina berpirsên van êrîşên ku dibin sedama canjidestdana sivîlan dê giliyên pêwîst bike û proseyeke bi bandor a hiqûqî bimeşîne.”

Back to top button