
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di konferansek rojnemevanî de rgot: “Em ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê agahdar in.”
Price, dibêje :Êrîşên ku xelkê sivîl kirine armanc, şermezar dikin, ji ber ku binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û divê rêz li serweriya Iraqê were girtin, ev êrîş binpêkirina yasayên navdewletî ne û ew ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin.
wek tê zanîn di encama topbarana Tirkiyê de li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo, 9 kes hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, geştyarên ku canê xwe ji dest dan, hemû ciwan û zarok in.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, di encama topbarana Zaxoyê de 9 welatiyan canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan kesên canê xwe ji dest dane, zarokekî yek salî ye û yên din jî çar keç û çar kur in.