CîhanRojev

Iraq çend pêngavan li dijî Tirkiyê davêje

Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê civîneke bilez derbarê topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyarî ya Zaxoyê de li dar xist û çend biryar li dijî êrîşa Tirkiyê dan û daxwaz ji Tirkiye kir bi fermî daxwaza lêborînê bike û baregehên xwe yên leşkerî ji tevahiya xaka Iraqê bikişîne.”

Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî ya Iraqê piştî civînê ragihand, “Em bi tundî êrîşa Tirkiyê şermezar dikin ku navçeyeke geştiyariyê ya parêzgeha Duhokê kiriye armanc û hejmarek kes şehîd û birîndar bûn. Daxwaz ji Tirkiyê dikin binpêkirinên xwe rawestîne û wek cîranekê rêz li serweriya xaka Iraqê û aramiya welatiyên wê bigire.”

Di xalake din a daxuyaniyê de hatiye: “Encûmena Wezareta Derve ya Iraqê dosyayekê derbarê binpêkirinên Tirkiyê yên li ser serweriya Iraqê de amade dike û giliyeke bilez li Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî di vê derbarê de vedike.”

Herwiha Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî, Wezareta Derve ya Iraqê raspard ku banghêşta Balyoza Tirkiyê li Iraqê bike û wî bi helwesta şermezarkirinê agahdar bike, her wiha gazî karmendê karûbarê Iraqê ji Enqerê bike û rêkarên şandina balyozekî nû bo Tirkiyê rawestîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Fermandariya Operasyonên Hevbeş hat raspardin ta ku raporekê li ser rewşa sînorê Iraq û Tirkiyê pêşkêş bike û hemû gavên pêwîst ji bo xweparastinê bavêje.

Herwiha di civînê de tekezî li ser hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, ji bo ku rê li ber binpêkirinan bigire û daxwaz ji Tirkiyê kir ku bi fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji hemû axa Iraqê vekişîne.

Her li gor daxuyaniyê, Encûmenê herwiha redkirina xwe nû kir ku axa Iraqê bibe meydane ji bo êrîşkirina li ser her welatekî din û yan bibe meydanek ji bo çareserkirina hesaban, her wiha hebûna her rêxistinek terorîst an girûpeke çekdar li ser xaka xwe jî red kir.

Back to top button