Axaftina min ya roja bîranîna Wezîrê Eşo li Almanya yê.

Ji wan xebatkarên hêja yek jê jî nemir Wezîrê Eşo bû ku wî bi dehan berhem li dû xwe hişt û çû. Bi gotineke din wî bi kar û xebatên ji bona gel û miletê xwe, xwe westan.

Bûbe Eser
Beşdarên hêja, komîteya amadekar
Em îro li virin da ku rewşenbîr û zaneyekî xwe bi bîr bînin. Lewra divê em bizanibin ku heger miletek bixwazî bijî, divê xwedî li miriyên xwe derkeve û kesên li jiyanê ne jî hembêz bike.
Em jî miletek in ku ev zêdeyî sed salane, hatine perçekirin. Ne tenê welat û axa me perçekirine. Her weha, lê xebitîne ku mejiyên me, bîr û baweriyên me, kar û xebatên mezinên me yên li ser folklor û zimanê me jî perçe û tune bikin.
Lê heta niha bi saya mezin û bîrewirên kurd em weke milet li ser erda xwe mane, Ji çand û zimanê xwe, bi saya kesayetiyên xwe bê par nemane. Sedema vê jî ew e ku hin zane û bîrewirên me kurdan bi kedên mezin, bi xebatên berfireh, bi saya dehan berhemên wan, ziman, folklor û çanda me zîndî maye.
Ez bi rehetî dikarim bêjim ku keda zane û bîrewirên me yên sovyetê pêşkêşiya van xebatane kirine. Her yek ji wan weke, mamosteyekî, şagirtekî û profesorekî kar kirine ku çand û zimanê kurdî zîndî bimîne.
Ji wan xebatkarên hêja yek jê jî nemir Wezîrê Eşo bû ku wî bi dehan berhem li dû xwe hişt û çû. Bi gotineke din wî bi kar û xebatên ji bona gel û miletê xwe, xwe westan. Di şertên zor û zehmet de serî netewand û her berdewamiya karê ji bona gelê xwe domand.
Armanc û hedefe wî ew bû ku vî zimanê qedîm biparêze. Ew jî bi saya berhemên li dû xwe hiştine kiriye. Divê em bi kesên weha serbilind bin ku wan îro bi dehan berhemên hêja ku di wan de dîroka gelê me û zimanî wî parastine hene.
Ez ne bawerim ku mirov di civîneke weha de bikaribe qal û behsa xebat û berhemên nemir Wezîrê Eşo bike. Wî ji bona miletê xwe, çanda xwe û zimanê xwe, heta ku destên wî qelem girtinbûn, nivîsibû.
Cenabê nemir bi saya wan berhemên xwe yên hêja him xwe nemir kir û him jî xizmeteke bê hempa pêşkêşî gelê kir.
Em li vir çiqasî behsa kar û xebatên wî bikin dê nikaribin wan bidin zanîn. Lê bi xwendin û şiroveyên li ser berhemên wî, em ê wê demê fêm bikin ku nemir çiqasî zehmet kişandibû, da ku xebatekê ji bona gelê xwe bike.
Hêjayan
Divê em vê yekê ji bîr nekin û tim bi bîr bînin ku dewlet bav e. Piştî sed salan, îro Kurd gihiştin dewletbûna xwe. Ango piştî sed salan Kurdan bavê xwe dîtin. Ew bav başûrê Kurdistanê ye. Zarokên wî bavî, yên ku îro rêvebiriyê kurdan li başûrê Kurdistanê, weke dewleteke federe jî dikin Barzanî ne. Ango kurê wî bavî ne.
Lewra jî zarokên wî bavê li ser xeta neteweyî û dadmendî li hemî brayê xwe dinere, xwedî li wan derdikeve. Rêzdar Serok Barzanî bi kiryar û helwestên xwe, serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî jî bi parastina welat xwe û serokê herêma Kurdistan rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî xwedî li rewşenbîr û nivîskarên xwe derketandinê, bûne hîmên giran yên Kurdistana azad û federe.,
Çawa ku bavek ferqê naxe nava zarokên xwe, van hêjayan jî weha dikin. Lê rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi nerînên xwe yên hêja û neteweyî, bi dîplomasiya navdewletî bûye aktorekî serekê ê Kurdan di qada cîhanê de.
Her weha ew, xwedî lêderketandina nivîsakar û rewşenbîrên brayên xwe bûye hêz û qaweteke ku ziman, edebiyat û folklora kurdî bi pêş bikeve. Cenabê wî ji bona van xebatana gavên hêja û giranbiha avêtiye, pêk aniye û her berdewam e.
Heger em îro li vir dicivîn bi saya wî bavî ye ku em di bin sîwana wî de bi aramî û azadî dijîn. Heger em îro civînan, konferansan û bîranînan pêk tînin bi saya wê dewleta kurdan ya heyî ye.
Min nemir Wezîrê Eşo di sala 2006an de li Konferana Yekitiya Nivîskarên Duhokê, li Kurdistana azad nas kir. Ez xwedî şandekê bûm ku em para hev ketibûn û di yek odeyê de man. Di sê şevan de ez gelek tişt ji cenabê wî fêr bûm. Bi nasîna wê ya rû bi rû jî gelekî şad bû bûm.
Ez wan kesên ku ev civîna ji bona bîranîna nemir Wezîrê Eşo amade kirine, pîroz dikim. Ev kar û erkê me tevan e ku em mezin û bîrewirên xwe bi bîr bînin. Ji ber ku wan jî ji bona çand û zimanê xwe, xwe westandin, kar kirine û li dû xwe bi dehan berhem ji bona me hiştine.
Bila rêya nemir Wezîrê Eşo û gelekên weke wî vekirî bû. Ji ber ku wan şevreşa me ronî kirine da ku em di newalan de werne bin. Di golande binav nebin di behran de nefetisin.
Silav û rêz
Bûbê Eser
SWEDE 21.12.2025


