Ansîklopedia Bedirxaniyan dihête amade kirin
Ji bo berhevkirin û parastina nivîs, dokument û zanyariyên di derbarê malbata Bedirxaniyan û amadekirina Ansiklopedia Bedirxaniyan de lîjneyeke ji rewşenbîr û dîrokzanan dihête pêkanîn.
Di derbarê xebatên Ansiklopedia Bedirxan de Sînemxan Celadet Ali Bedirxan bi pêwendiyeke telefonî de da zanîn ku amadekirina Ansiklopedia Bedirxaniyan niha li asta nirxandinê daye. Ji bo destpêkê niha lîjneyeke demkî hatiye pêkanîn û piştî rûniştina li gel çendîn dîrokzan û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê dê lîjneyeke berfirehtir bihête pêkanîn.
Berdewamiya axaftina xwe de Sînemxan Bedirxan daxwaz ji hemû nivîskar û rewşenbîran kir ku nivîs û berhemên xwe yên di derbarê Bedirxaniyan de bişînin lîjneyê an ku têbinî û her pirsiyareke wan hebe dikarin bi vê emailê pêwendî li gel lîjneyê bikin.
Di derbarê beşdarvanên lîjneyê de Bedirxan got lîjneya demkî niha ji Hemîd Ebûbekir Bedirxan, Azad Hemed Şerîf û Necat Ebdulla pêkhatiye û di demeke nêzîk de dê ew agahiyên bêhtir eşkere bikin…
Ji bo pêwendî û têkiliyê: [email protected]