Qaddafî rêya çareseriyê dît
Serokê Lîbyayê Muammer El Qaddafî daxuya kir ku ger kesek agahiyên li ser serok û berpirsyarên protesto yên xwepêşandaran bide ji aliyê hikumetê ve bi pereyên zêde tê xelat kirin.
Daxuyanî ji aliyê Lijneya Ewlekariya Xelkê Libyayê ve ji televîzyonê bi awayekî zindî hatiye xwendin û daxwaz ji xwepêşandaran kirin ku çekên xwe teslîmî hikumetê bikin.
Di daxuyanî de hate diyar kirin ger kesên ku çekên xwe teslîmî hikumetê bikin û poşmaniya xwe nîşan bidin ji bo ew kesan şopandina qanûnî jî nayê kirin.
Di daxuyaniya Lijneya Ewlekariyê de hate gotin ku ger kesek ji bo tespîtkirina berpirsyarên xwepêşandaran alîkariya hikumetê bikin bi pereyên zêde tê xelat kirin.
Li Lîbyayê nêzîkî hefteyeke serhildana xelkê Lîbyayê didome. Bi taybetî jî bajarên rojhilatê ji aliyê xwepêşandaran ve hatiye kontrolkirin. Heta diyar kirin ku îro jî bajarê Zuara ketiye bin kontrola xwepêşandaran.
Di vê navberê de televîzyona El Arabiya diyar kir ku piştî demekî kin Serok Dewletê Lîbyayê ji bo xelkê Zaviye xeberdanek bide.