Cîhan

Artêşa Lîbyayê êrîş birin li ser mizgeftek: 7 kuştî û 49 brîndar

Li gor televîzyona El Cezîreyê leşkerên Artêşa Lîbyayê li bajarê Zaviye gulle barandin li ser mizgeftek û di encamê de 7 kes mirin û 49 kesan jî brîndar bûn.

Şahîdê bûyerê da zanîn ku xwepêşandaran ji ber parastina xwe li hundir û li derûdorê  mizgeftê qampek ava kirin û piştî êrîşên Artêşa Lîbyayê minareyê mizgeftê jî hilweşiyaye.

Şahîdê bûyerê diyar kir ku leşkerên Lîbyayê seat di 09.00’an de bi fuzeyan, bi çekên otomatîk û bi balafirşikênê agir barandin li ser xwepêşandaran.

Di heman demê de berpirsyarek mehelî jî diyar kir ku li bajarê Abyanê di nava xwepêşandaran de teqînekî pêk hat û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Digel bûyerên dawiyê kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşt 16 kesan.

 

Back to top button