Polîtîk

Mîranî cardin bû sekreterê Politburoyê

 
 Sekreterê Ragihandinê yê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) Ehmed Mayî, diyar kir, Fadil Mîranî, dîsa wek Sekreterê Polîtburoya PDKê hat destnîşankirin.

Mayî, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, di civîna duh ya Desteya Rêveberiya PDKê de ku bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin, Fadil Mîranî, ku beriya niha ji aliyê endamên desteya rêveberiyê ve bo serkreteriya partiyê hatibû hilbijartin, bi fermî wek Sekreterê Polîtburoya PDKê hat destnîşankirin.

Mayî, da zanîn, ji duh ve Mîranî bi fermî dest bi kar bûye.

Endamên Polîtburoya PDKê, 15 kes in ku piştî 13emîn kongreya partiyê hatibûn destnîşankirin.

Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), 13emîn kongreya xwe di navbera 11-17ê Kanûna 2010ê de li dar xistibû û tê de 51 kes bo Desteya Rêveberiyê hatibûn hilbijartin.

Back to top button