Polîtîk

Parlementoya Kurdistanê. Helwesta xwe da diyarkirin

 Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina doh de, ku taybet bû bo gotûbêjkirin û lêkolînê derbarê xwepêşandanên Silêmaniyê de wek; teqekirin, kuştin û birîndarbûna xwepêşanderan, tevgera hêzên navxwe, şewitandina baregah û hinek dezgahên ragehandinê ligel daxwaziyên xwepêşanderan, ev biryarên jêrê derxistin:

1-     Şermezarkirina şîdetê û teqekirin li hevwelatiyan, êrîşa ser baregahên fermî û partiyan û zerardana malê giştî û taybet ji her aliyekî ve.

2-     Vekişîna yekser a hemû hêzên ku ji ber bûyerên roja 17.02.2011ê ketine tevgerê ji hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî bajarê Silêmaniyê û vegerin baregahên xwe.

3-     Azadkirina wan hemû kesên ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanan hatine girtin, yên tawan jî kirine radestî desthilata dadwerî û polîs bên kirin.

4-     Hikûmet li gor yasayan, qerebûya maddî û manewî ya wan hemû kes, alî, dezgah û hêzan bike ku ji ber êrîş û şîdetê zerar gihaye wan.

5-     Parastin û rêkxistina xwepêşanderan, tenê bi hêzên polîsên navxwe û polîsên çalakiyên sivîl bê sipardin, cihê (nav, bac, cihê kar) ê hêzên parastinê eşkere be û rê neyê dayîn hîç kesek bi maske û otomobîlên cam re çûn û hatinê bike.

6-     Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji hemû milmilaneyeke siyasî ya navxwe dûr bin û erkê xwe yê niştimanî wek hêzeke niştimanî û parastina destkeftên xelkê Kurdistan3e cîbicîh bike.

7-     Divê lijneya bilind a lêkolînê, ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye pêk anîn, endamekî Dadgeha Temyîz serokatiya wê bike, endamên wê kesên pispor û bêalî bin û di zûtirîn dem de encamên lêkolînê bi raya giştî re parveke.

8-     Di danûstandina bi rewşê re, xemsarî ji aliyê dam û dezgahên polîs û asayişê ve hebû û piştî lêkolînê divê lêpirsîna yasayî ligel aliyê xemsar bê kirin, herwiha berpirsên dezgahên ewlekariyê yên ku xemsar bûne, li gor yasa ligel wan danûstandin bê kirin.

9-     Nabe bê biryara dadgehê hîç xwepêşanderek ji ber ku tevî xwepêşandanê bûye bê girtin.

10- Biryara xistina tevgerê ya hêzên leşkerî ji bajarekî bo bajarekî din nabe bê cîbicîh kirin tenê dema metirsiyeke derve hebe bikevin tevgerê.

11- Yekser encamderên şewitandina televizyona Nalya (NRT), radyo û televizyona Tevgera Goran, danûstandineke yasayî ligel wan bê kirin û bên dadgeh kirin.

12- Bi mebesta reformeke bingehîn û giştî ji aliyê fraksyon û lijneyên nav parlamentove bi hevkariya civata wezîran û sûd wergirtin ji aliyên siyasî, saziyên civaka sivîl, mamostayên zanîngehê, pispor, xelkê bê alî û dilsoz ve bername-pakêtek bê amadekirin û ji bo gotûbêjkirin û cîbicîhkirinê di zûtirîn dem de bo parlamento bê pêşkêş kirin.

13- Pêwist e hikûmet yekser çend biryarên girîng û bilez derbixe, ku peywendî bi baştirkirina rewşa jiyana xelkê, anîna dadperweriya civakî, vebûneke zêdetir a siyasî û azadiyê ve heye.

14- Hemû aliyek hewl bide rewş aram bibe û rê nedin hizib û alî bi rêya ragehandinê êrîşî hev bikin.

15- Bi mebesta ronkirin û lêpirsînê li gor yasayan, bangkirina serokê hikûmetê, wezîrê navxwe û wezîrê pêşmerge bo parlamento.

16- Xweşkirina zemînê û piştgirîkirina encamdana diyalogeke niştimanî ya siyasî di navbera wan hizib û aliyên ku nûnerên wan li Parlamentoya Kurdistanê hene, da bi hev re bikaribin di warê guhertin û serrastkirina yasayên siyasî de kar bikin ku xwedî rehendên siyasî û niştimanî ne.

17- Bi mebesta peydeçûn û guhgirtina daxwaziyên xwepêşanderan, pêkanîna lijneyeke taybet ji nûnerên hemû fraksyonên nav Parlamentoya Kurdistanê.

Piştî xendina beyannameya 17 xalî ya Parlamentoya Kurdistanê, ku hemû lîste û fraksyon li ser rêkeftibûn, ket dengdanê û bi tevahiya dengan hat pesendkirin. Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî jî axaftinek kir û hêvî xwest rewş aram bibe û dawî li rûniştinê anî.

 

(Rudaw)

Back to top button