Civak

Li Helebçe polisek hat kuştin

Di xwepêşandana doh  li Helebçe de çend polîs îro yek ji polisan jiyana xwe ji dest da.
 

Birêvebirê polîsê Helebçe efserê piledar Enwer di vê derbarê de ji PNA re ragihand, ku ev du roj in xwepêşandan li bajêrê Helebçe tên kirin. Hêzên ewledarîyê di xwepêşandana doh de xwe kirin mertal, da ku xwepêşander aramîyê biparêzin û êrîşî ser cih û baregehên giştî û hukûmî nekin, belê xwepêşanderan êrîşî ser hêzên ewledarîyê kirin û di encam de du efserên piledar û 43 kes ji hêzên ewledarîyê birîndar bûn.
 
Birêvebirê polîsê Helebçe weha jî got: Xwepêşanderan soz dan qayimmeqam û birêvebirê asayişa Helebçe, da ku bi şêweyekê aştîyane xwepêşandanê bikin û daxwazên xwe bi şêweyekê aştîyane pêşkşê bikin, belê komek kesên anarşîst û ewên ku hest bi berpisatîyê nakin, êrîşî ser hêzên polîs û hêzên ewledarîyê kirin û gule li wan barandin. Mixabin di encam de efserekî polîs jiyana xwe ji dest da û çend polîsên din jî birîndar bûn.
 
Birêvebirê polîsê qezaya helebçe weha jî da xuyakirin, ku ti daxwazên xwepêşanderan nebûn û wan ti daxwazên xwe pêşkêş nekirin, belê armanca wan bi tenê xirabkirin û têkdan bû û wan dixweztin, ku baregehê bajarvanîya Heleçe bişewitînin.
 
Ji alîyekî din ve qayimmeqamê bajêrê Helebçe Goran Edhem di vê derbarê de ji PNA re ragihand, ku ev çend roj in, ku ew pîkolan dikin, da ku xwîna kesên bê tawan, hevwelatîyan, polîs û hêzên ewledarîyê nehê rijandin, belê komek kesên anarşîst yên ku xelkê bajêrê Helebçe nînin, ber bi Helebçe ve hatine da ku alozîyan dirist bikin.
 
Goran Edhem weh jî got, ku ew wek berpirsên qezaya Helebçe û hevwelatîyên deverê daxwaz ji xelkê Helebçe dikin guh nedin kesên anarşîst, da ku alozî li Heleçe dirist nebin.
 
Goran Edhem got: Em berî xwepêşandanê çûn nav xwepêşandanderan û me bi hemû şîyana xwe hewl da, ku xwepêşndan di rewşeka aram û tenahî de bi rê ve biçe, belê di nav xwepêşanderan de kesên anarşîst hebûn û wan li dijî hêzên ewledarîyê çek bi kar anî û teqe li hêzên ewledarîyê û polîs kirin û ji ber ewê çendê alozî dirist bû.
 
Qayimmeqamê Helebçe da xuyakirin, ku heta niha xwepêşanderan ti daxwazî pêşkêî wan nekirine.
 
Goran Edhem di dirêjîya bêjedana xwe de ragihand, ku piştî dirstbûna dijwarîyê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewledarîyê de û paş teqekirin li wan, hêzên ewledarîyê şîyan (karîn) xwepêşanderan belav bikin û rewşa bajêrê Hlebeçe kontrol bikin.

Back to top button